Li gorî nûçeya Rojnewsê; PDK’ê ber bi herêmên Sîdekan û Biradostê ve wesayîtên leşkerî û hêzên taybet sewq kir.

Hat zanîn ku ji bo her du herêman zêdetirî 400 leşker û gelek wesayîtên zirxî sewq kirine.

PDK’ê di 13’ê îlonê de jî ber bi herêmên Biradost û Sîdekanê ve bi 200 wesayîtan hêza leşkerî sewq kiribû.