Pêkhateyên Serêkaniyê dagirkeriya dewleta Tirk bi meşekê şermezar kir û diyar kirin ku dane îspatkirin  hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê yên li dijî dagirkeriyê yekdest in û serî ji tu dagirkeran re natewînin.

Gelê Serêkaniyê û Zirganê bi alên YPG/YPJ, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Murat Karayilan, Cemîl Bayik, Duran Kalkan, alên QSD’ê ji ber avahiya Mala Gel a Serêkaniyê, heta Çerxerêya Şehîdan meşiyan. Di meşê de pankartên “Em êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk ên li ser Rojava şermezar dikin” û “Tevahiya gelê Kurd û gelên azadîxwaz ji dagirkeriya Erdogan re dibêjin NA” bal kişandin. Li Çerxerêya Şehîdan, meş sekinî û daxuyaniyek hate dayîn. Li ser navê gelê Serêkaniyê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Ebdulrezaq Ehmed daxuyaniyek da. Daxuyanî wiha ye:

“Bila dewleta Tirk baş bizane ku gelê Bakurê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe, ne li gorî ku ew difikirin ku em serê xwe ji bo wan daxin û hemû tiştên wan pêk bînin. Em gelek in ku me ji hemû cîhanê re îspat kiriye ku me ji tu desthilatdaran re serî netewandiye û em ji derveyî berxwedanê tu rêyên din hilnabijêrin. Me daye îspatkirin ku hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê li dijî dagirkeriyê yekdest in û serî ji tu dagirkeran re natewînin.

Em îro bi hemû pêkhateyên Serêkaniyê û navçeyên xwe piştgiriya xwe ji bo pêşengên ku rêya azadiyê û demokrasiyê ji me re ronî kirine, diyar dikin. Em ê têkoşîna xwe heta bidestxistina azadiya hemû gelan bidomînin. Em bang li DYA’ê dikin ku li pey dewleta Tirk a dijberê hêviyên gelên herêmê nemeşe û li rex gelên bindest û azadîxwaz bisekine.”