Di 25. salvegear komploya neventeweyî ya 9’ê cotmeha 1998’an li dijî Rêber Abdullah Ocalan de,

Dostên kurdan li çar aliyên cîhanê pêngavekeke navneteweyî ya bi navê ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî’ îro 10’ê cotmeha 2023’yan ragihandin.

Ev pêngav bi taybet ji ber rasthatina sala 74. a rojbûna rêber Ocalan li 74 navendan bi awayek hemwext di van kêliyan de bi daxuyaniyan tê eşkerekirin.

Pêngav azadiya Rêber Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka armanc dike.

Nûnerên sendîka, partiyên siyasî, parlamenter, aktîvîst, jin, ciwan, rêxistinên civakî yên sivîl, komên hawirdorparêz, xwediyên xelata aştiyê Nobelê, fîlozof û nivîskar jî tevli van daxuyaniyên çapemeniyê dibin.

Ev pêngav wê bi daxuyaniya li Strasburgê dest pê bike.

Unite the Union ku sendîkaya herî mezin a li Qraliyeta Yekbûyî û Îrlandayê ye, têkildarî vê çalakiya li Strasburgê doh daxuyanî dabû.

Daxuyaniya nivîskî ji aliyê sekretera Giştî ya Sendîkayê Chrîstîne Blower ku di heman demê de ji rêveberên kampanyaya ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re’ ye û midûrê navneteweyî yê sendîkayê Sîmon Dûbbîns hat dayîn.

ŞERTÊ JI BO DESTPÊKIRINA PÊVAJOYA AŞTIYÊ

Li gorî daxuyaniyê esasê kampanyaya nû ya navneteweyî ew e ku ji bo li Tirkiyeyê û herêmeke berfireh pêvajoyeke nû ya aştiyê destpê bike, weke şertê destpêkê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê berdan.

Li gel vê yekê daxwaza herî lezgîn jî ew e ku dawî li tecrîda girangirî ya li ser Birêz Ocalan bê anîn ku nêzî 3 sal in di nav de tê ragirtin.”

Wekî din wiha tê gotin:

“Hiqûqa Tirk û hiqûqa navneteweyî bi rengekî şênber hate binpêkirin û têkiliya Birêz Ocalan a bi derve re hate qutkirin (…) Malbata wî, hevalên wî, parêzerên wî û bi milyonan Kurd ji ber ewlehî û tenduristiya wî bi fikar in. Ji bo dawî li vê tecrîda metirsîdar bê anîn divê em di asta navneteweyî de zextê bikin.”

Unite the Union ji bo piştevaniya kampanya nû ya navneteweyî bang kir û got, “Kampanya wê bi beşdariya rayedarên hilbijartî, rêveberiyên herêmî, partî û tevger, sendîka, rêxistinên civakî yên sivîl, rewşenbîr û yên din, daxwaza destûra hevdîtina Birêz Ocalan a bi parêzeran û malbata wî re bike, her wiha bixwaze ku ji bo çareseriya siyasî, demokratîk û wekhev a pirsgirêka Kurd a bi dehan salan, di nava şert û mercên guncav de ku karibe bi rola xwe rabe, Ocalan bê berdan.”