Çavkaniyên ji Pentagonê eşkere kir ku hinek hêz şandin Sûriyê ji bo ku şert û mercên vekişandina hejmareke din leşkerên Amerîkayê amade bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên ji Wezareta Parastinê ya Amerîkayê ji CNN’ê re eşkere kir ku Pentagonê hejmareke din hêzên xwe şandin Sûriyê ji bo ku şert û mercên vekişîna ji Sûriyê amade bikin.

Çavkaniyan ji CNN’ê re cihê ku dê van hêzan bişîninê û hejmara wan eşkere nekirin, lê diyar kir ku ev hêz ji bo ku vekişîneke ewle çêbe, şandine Sûriyê.

Çavkaniyan diyar kir ku dê ev hêz bêyî ku balê bikişînin ser operasyona vekişînê, li gelek cihên Sûriyê bên belavkirin. Sedema vê veşartinê ewlekarî ye. Her wiha hat destnîşankirin ku DAIŞ, hêzên rejîmê û komên girêdayî Îranê wek tehdît tên dîtin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev agahî piştî teqîna DAIŞ’ê ya li Minbicê ku 4 leşkerên amerîkî tê de jiyana xwe ji dest da û konvoya hevpar a leşkerên Amerîkayê û şervanên QSD’ê li Şedadê hatin hedefgirtin, hat belavkirin.

(jo/bm)