Pentagonê piştrast kir ku balafireke keşfê ya Emerîkayê ji aliyê Îranê ve hatiye xistin.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê Pentagonê ve hate dayîn, balafira keşfê bi fuzeya ji erdê hatiye avêtin hatiye xistin. Li gorî Pentagonê balafira bi tîpa MQ-4C a fîloya Emerîkî dema li qada hewayî ya navneteweyî ya li Kendava Hurmuzê hatiye xistin.

Muhafizên Şoreşê ya Îranê jî ragihandibû ku balafira keşfê ya bê mirov dema li peravên eyaleta Hurmuzgan li ser derbaskirina qada hewayî ya Îranê hatiye xistin.

Rayedarên Îranî jî diyarkirin ku balafira keşfê ya bê mirov yek ji dronên herî girîng ên Emerîkî a RQ-4 Global Hawk e. Têkildarî xistina firokeya bê mirov ne ti wêne û ne jî dîmen nehatin parvekirin.

MQ-4C Trîton li gorî RQ-4 Global Hawk bi awayekî sivik xwedî taybetmendiyeke hê kêmtir a firînê ye, di asteke hê nizimtir de difire, qada çalakiya wê hê kêmtir e. Her du şêweyê firokeyê jî ji aliyê Northrop Grûmman ve hatiye çêkirin.