Pêşmergeyê kevin Lezgîn Yundan û Bedel Yundan gotin: “Her gava ku êrîş li ser Kurdistanê hebe, divê her Kurdek welatparêz cihê xwe di parastina xaka Kurdistanê de bigre. Ev serdem ne serdema şerê Kurd bi Kurde, dem dema yekitî û yekrêziya Kurdan.”

Li Kurdistanê nerazîbûna li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê ya bi dagirkeran re, mezin dibe. Li Başûrê Kurdistanê gelek fermandarên pêşmergeyan, hem jî pêşmergeyên dêrîn şerekî nava Kurdan red dikin.

Li Bakurê Kurdistanê pêşmergeyên kevin yên bi navê Lezgîn Yunden (70) û Bedel Bîngol (73) ên ji gundê Jiyanîş ê bi ser navçeya Çelê ya Colemêrgê ve girêdayî ye, 5 salan li Başûrê Kurdistanê li dijî rejîma Saddam şer kirîne, diyar kirin ku tekane rêya rizgarkirina gelê Kurd yekitiya neteweyî ye û bang li partî û rêxistinên Kurdan kir ku neyên lîstika dagirkerên axa Kurdsitanê.

‘EM BI HEWARA BIRAYÊN XWE VE ÇÛN’

Pêşmergeyê kevin Lezgîn Yunden anî ziman ku di serdemên herî krîtîk de ji gundê Jiyanîşê ji bo alîkariya birayên xwe yên Başûr wan sînor derbas kirîne û ji bo li dijî rejîma Saddam şer bikin tevlî pêşmergeyên PDK’ê bûne. Yundan diyar kir ku di wê demê ji gund nêzî 70 mêr derbasî Başûr bûne û wiha axivî: “Xelkê me yê Başûr di komkujiyan re dihat derbaskirin û zilmek mezin li ser Kurdan hebû. Ji gund em gelek mêr kom bûn û me biryar da ku em bi hewara xelkê xwe ve biçîn. Dema ku em birêketin jî çek û guleyên xwe me bi xwe re bir. Wê demê hejmara pêşmergeyan jî gelek kêm bû û xelkê Başûr bi xwe jî her yek bi cihekê ve çûyî bûn. Piştî ku em dîtin gelek ji wan ji nûve dest avêt çekan û bûne pêşmergeyên PDK’ê. Li gelek herêmên Başûr me li dijî rejîmê şer kir.” 

BERDÊLA XIZMETA ME ŞERÊ LI DIJÎ ZAROKÊN ME YE GELO?

Yundan destnîşan kir ku wî bi salan pêşmergetiya PDK’ê kiriye û wiha pêde çû: “Li zinar û çiyayan bi salan me ji bo PDK’ê pêşmergetî kir. Niha jî PDK’ê berê çeka xwe da ye zarokên me. Ma ev çêdibe? Dema ku ew di zoriyê de bûn, me zarokên xwe û mala xwe hişt ji bo alîkariyê me sînor derbas kir û ji bo PDK’ê xizmet kir. Berdêla xizmeta me şerê li dijî zarokên me ye. Bi ti awayî ez weke pêşmergeyê kevin vê qebûl nakim û divê her Kurdek welatparêz li dijî şerê Kurd bi Kurd derkeve”

‘XWEDÊ JI YEKRÊZIYÊ HEZ DIKE’

Yundan da xuyakirin ku divê di serî de Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî û her kes ji bo yekîtiya neteweyî destê xwe dirêj bike û got: “Heke em nebin yek gelê me û zarokên me yên di zindanan de wê ji dîlgirtinê rizgar nebin. Gotinên wekî ‘Ez Kurd im lê tenê li karê xwe mêze dikim’ şaş e. Divê em ji her demê zêdetir tê bikoşin. Çi ji destê kî tê divê ji bo nirxên xwe tê bikoşe. Xwedê ji yekrêziyê hez dike. Heke em çar parçe bibin yek, wê xwedê jî alîkariya me bike. Di serî de ez bang li PDK’ê û hemû partî û Kurdistaniyan dikim ku ji bo yekitiyê bixebitin û bi yek dengê li dijî dagirkeriyê derkevin.”

‘LI CIHÊ ÊRÎŞ HEBE DIVÊ HER KES CIHÊ XWE DI XWE PARASTINÊ DE BIGRE’

Pêşmergeyê kevin Bedel Yundan jî anî ziman ku ji bo parastina destkeftiyên Başûrê Kurdistanê, di sala 1982’yan de sînor derbas kir û tev li refên pêşmergeyan bû. Yundan diyar kir ku ji bo xaka Kurdistanê şer kir û wiha axivî: “Li Başûr û Rohilatê Kurdistanê min 9 salan xizmet kir. Li aliyekê ez li eniya şer bûm û li aliyê din jî ji bo pêdiviyên jiyanê û cebilxaneyê ez dihatim Bakur min alîkarî dibir ji Başûr re. Her gava ku êrîş li ser Kurdistanê hebe, divê her Kurdek welatparêz cihê xwe di parastina xaka Kurdistanê de bigre. Di sala 1982’an de min cihê xwe di nava pêşmergeyan de girt. Lê niha pêşmergeyên girêdayî Mesûd Barzanî hêzên xwe dikêşin qadên gerîla û dixwazin êrîş bikin. Ez weke pêşmergeyek kevin vê hewldanên şermezar dikim, divê rojek zû dest ji vê hewldana şerê Kurd bi Kurd bê berdan û ji bo yekitiya neteweyî xebat bên meşandin.”