Senetor Rob Menendez li ser hesabê xwe yê tevna civakî daxuyaniyek da, ragihand ku li Senetoya DYE’yê pêşnûmeya Qirkirina Ermeniyan hatiye erêkirin.

Pêşnûmeya ku meha borî li Meclîsa Nûneran re derbas bû, wê ji bo Serokê DYE’yê Donald Trûmp re bê şandin.

Qesra Spî pêşnûmeya ku dibe sedemê di navbera Tirkiye û DYE’yê de rê li ber aloziyê vedike, berî niha bi sê caran astengkiribû.