Abdullah OCALAN

Di yanzdeh sernavên berî vî sernavî de me hewl da em bi terîfên gelekî kurt ên destpêkê bidin nasîn ku xwezaya civakî bi pirsgirêkên çi cureyî bêhnçikandî hatiye kirin. Zanisteke civakî û paradîgmayek eger xwe bispêrin van terîfan analîzan bikin û bersivan bidin belkî nirxekî xwe hebin. Naxwe wê ti cudahiya xwe ji retorîkên (hunerê gotinbêjiyê ya serweriyê vedişêre) ji rêûresmê û lîberal nemîne. Encama hevpar a ez gihiştimê ev e, di çavkaniya pirsgirêkên civakî de bandorên yekbûyî yên yekdestdariyên zordestî û mêtinkariyê, serwerî û mêtingeriya wan nexsim derfet û îmkanên ekonomîk ên berhemê zêde û bi giştî jî xwezaya civakî (hebûna civakê) îstîsmar dikin hene. Ji hebûnê wêdetir ew sedem bi xwe ye. Pirsgirêk ne ji xwezayê (Xwezaya Yekemîn) ne jî ji hêmaneke din a civakî (Xwezaya Duyemîn) çêdibin.

Bi awayekî giştî ango bi maneyeke kolektîf ji bo meşandina karûbarên hevpar ên civakê, weke hêmanên hebûnê bêyî polîtîka û exlaqê civakî yên bûne çaviyên wê, civak nikarin hebûna xwe dewam bikin. Rewşa normal a civakê, hebûna wê bê polîtîka û exlaq nabe. Eger civakek, çaviyên wê yên exlaqî û polîtîk pêş neketibin an jî kotrimî bûbin, ji rê hatibin derxistin û hatibin tevizandin, wê wextê em dikarin bibêjin ku ew civak ji aliyê yekdestdariyên cûrbicûr ên weke sermaye, desthilatdarî û dewletê ve hatiye dagirkirin û mêtingehkirin. Lê bi vî awayî dewamkirina hebûnê, li dijî hebûna xwe îxanet û xerîbketina bi xwe re ye; weke kerî, eþya, mal û milk di bin serweriya yekdestdariyan de heye. Di vê rewşê de xwezaya xwe ji dest daye, qabîliyetên xwe yên xwezaya civakî têkçûne, yan serkorî (kaduk) bûye. Bûye mêtingeh, ji vê jî xirabtir bi her tiştê xwe bûye milk û xwe ji rizîn û tinebûnê re terikandiye. Di dîrokê û roja me ya îro de gelek civak hene di çarçoveya vê terîfê de ne. Yên hatine rizandin û tinekirin ji yên hê li ser piya mane qat bi qat zêdetir in.

Ji bo civak karibe hebûna xwe dewam bike, divê saziyên xwe yên exlaqî û polîtîk saz bike. Eger nikaribe van saziyên xwe bixebitîne û kêrhatî bike wê wextê ev tê wê maneyê ku ketiye nav pencê zordestî, mêtinkarî û fikrê. Ev ‘rewşa şer’ e. Mirov dikare dîrokê weke ‘rewşa şer’ a şaristaniyan li dijî civakê terîf bike. Wexta ku exlaq û polîtîka kêrhatî nebin, bi tenê tiþtek maye civak bike; ew jî xweparastin e. Rewş şer, tê maneya rewşa aştiyê nîne. Ji lewra aştî bi tenê dikare bi xweparastinê manedar bibe. Aştiya xweparastina wê nebe, dikare bi tenê koletî û teslîmiyetê îfade bike. Lîberalîzm di roja me ya îro de aştiyeke bêyî xweparastin li ser gelan û civakan ferz dike, tew tew aramiya demokratîk û lîstika jêre lihevhatin tê gotin, ji rewşa sergirtina serweriya çîna bûrjûva ya bi hêzên çekdarî yên yekalî yên heta bi qirikê xwe gurçûpêç kirine ango bi awayekî sergirtî ji meþandina şer pêve ti maneya xwe nîne. Bi vî awayî terîfkirina aştiyê weke hewldana herî mezin a hegemondariya sermayeyê ya îdeolojîk derdikeve pêşiya me. Di dîrokê de jî bi şêweyên cuda bi ‘têgînên pîrozkirî’ xwe îfade dike. Dîn bi van têgînan barkirî ne. Nexasim dînên bûne şaristanî bi vî awayî ne.

Pêkanîna aştiyê bi tenê bi xweparastina civakan dibe. Ango karektera civakan a exlaqî û polîtîk were parastin û misogerkirin aştî dikare maneya xwe ya rastî bibîne. Nexasim terîfa aştiyê ya hewce kir Michel Foucault jî gelekî pêre mijûl bibe, bi vî awayî were qebûlkirin û îfadeyeke xwe ya civakî çêbibe. Naxwe ji bilî vê manebarkirina li aştiyê ji bo tevahiya koman û gelan ji feqê, ji dewamkirina rewşa şer a sergirtî wêdetir wê ti maneyê îfade neke. Peyva aştiyê di şert û mercên modernîteya kapîtalîst de peyvek welê ye, bi xefik û dafikan barkirî ye. Rast neyê terîfkirin û were bi karanîn, divê mirov xwe jê dûr bigire, fikaran jê bike. Eger em careke din terîf bikin, aştî nayê wê maneyê rewşa şer bi tevahî ji holê rabûye, ne jî rewþa aramiyê û tinebûna şer a di bin serdestiya aliyekî de ye. Di aştiyê de alî hene. Serdestiyeke ji sedî sed a aliyekî nîne û divê nebe. Sêyemîn, sîleh li ser bingehê razîbûna karmeşandina saziyên polîtîk û exlaqî yên civakê bi xwe têne bêdengkirin. Ev hersê şert bi awayekî prensîbî bingehê aştiyê ne. Aştiyeke rastî xwe nespêre van prensîban ti maneyê îfade nake.

Eger em hinekî din van sê şertan rave bikin, em ê weha bibêjin, yekemîn; divê alî bi temamî ji çekan bêne kirin. Îddîayên wan çi dibin bila bibin, soz didin ku wê bi tenê bi sîlehan êrîşê nebin ser hevdu. Bi pey serdestiya çekdarî nakevin. Ji maf û derfetên pêkanîna ewlekariya hev re bi rêz û hurmet in. Duyemîn, di dawiyê de serdestiya aliyekî mewzûbehs nîne. Belkî di bin serdestiya sîlehan de aramî û bêdengiyek hebe, lê ev rewş nabe ku weke aştiyê bê binavkirin. Aştî, kîjan alî dibe bila bibe (heq-neheq), bêyî ku serdest bibe (bi sîleh) bi awayekî dualî rawestandina þer qebûl bike û hingê dikare aştî bikeve rojevê. Sêyemîn, alî di çareserkirina pirsgirêkê de qebûl dikin ku wê ji xebatên civakan (statuya wan çi dibe bila bibe herdu alî, civak an jî desthilatdarî) ên saziyên exlaqî (wijdanî) û polîtîk re rêz bigirin. Şertê jêre ‘çareseriya polîtîk’ tê gotin di vê çarçoveyê de tê terîfkirin. Agirbesteke çareseriya exlaqî û polîtîk negire nava xwe nabe ku weke aştiyê were şîrovekirin.

Di bin van şertên prensîbî yên aştiyê de siyaseta demokratîk bivê nevê girîngiya xwe dikeve rojevê. Kengî saziyên exlaqî û polîtîk ên civakê bixebitin, bi awayekî xwezayî ya derdikeve holê pêvajoya siyaseta demokratîk e. Yên li hêviya aştiyê ne, divê baş zanibin ku eger li ser bingehê exlaqî polîtîk bi rola xwe rabin wê aştiyê karibe pêk bê. Di pêvajoya aştiyê de herî kêm divê aliyek di nava rewşa siyaseta demokratîk de be. Naxwe ya bê kirin, wê li ser navê yekdestdaran ji ‘lîstika aştiyê’ wêdetir neçe. Di vê rewşê de siyaseta demokratîk bi roleke heyatî radibe. Li hemberî hêzên desthilatdariyê yan jî dewletê bi tenê bi hêzên siyaseta demokratîk li ser bingehê diyalogê dikare pêvajoyeke aştiyê ya manedar bimeşe. Ji vir û pêve, şerkirinên (yekdestdarî) beramberî hev di nava demên diyarkirî de wê bêne rawestandin û her wisa dewam bike. Ji ber şer westîn, zehmetiyên lojîstîk û ekonomîk hene. Eger ev zehmetî ji holê bêne rakirin, wê şerê dewam bike h eta serdestiya aliyekî pêk bê. Ji van şêweyan nabe ku mirov aştî bibêje, ev agirbest ji bo þerên hê dijwar têne kirin. Ji bo agirbestek aştiyane be, divê rê li aştiyê veke û bi sê şertên me jimartin bê girêdan, ev ji aliyê prensîbî ve gelekî girîng e.

Di şer de carnan aliyê xwe diparêze jî (yên di rewşa mafdar de) dikeve hin rewşan dikare di dawiyê de serdestiyê bi dest bixe. Di rewşeke welê de jî sê şert naguher in. Çawa ku di gelek şerên rizgariya neteweyî yên mafdar dihatin meşandin û sosyalîzma pêkhatî de hat dîtin, yekser baz dan desthilatdarî û dewleta xwe û di bin vê desthlatdarî û dewletê de aramî pêkanîn, ev nabe aştî. Vê carê jî li şûna hêzeke xerîb (yekdestdar) hêzeke xwecihî (kapîtalîzma dewletê yan jî beşekî bûrjûvaziya millî) cih digire. Jêre desthilatdariya sosyalîst jî were gotin rastiya sosyolojîk naguhere. Aştî weke prensîb diyardeyeke welê nîne bi serdestiya desthilatdarî û dewletan pêk tê. Desthilatdarî û dewlet bi çi navî dibin bila bibin wexta serdestiya xwe bi hêzên demokratîk re parve nekin aştî nakeve rojevê. Di tehlîla dawî de aştî bi þert lihevkirina demokrasî û dewletê ye. Çîrokên van lihevkirinan tevahiya dîrokê zeman û mekanekî mezin zevt dikin. Di gelek dem û mekanan de hatine ceribandin. Yên bi prensîb û dem dirêj ê wan hene. Yên hê hubra wan zuha nebûne jî hene. Civak bi tenê ji damezrandina hêzên desthilatdarî û dewletê pêk nayên. Qada wan çiqasî were tengkirin bila bê kirin, heta topyekûn neyên tinekirin, baþ dizanin di bin nasnameya xwe ya exlaqî û polîtîk de jiyana xwe dewam bikin. Belkî jî di dîrokê de jiyana nehatiye nivîsîn, lê rewşa rastî ya jiyanê ev rastî ye.

Divê mirov civakê ji çîrokên dewlet û desthilatdariyê pêkhatî nebîne, berevajî divê mirov civakê weke xwezaya diyarker ferz bike, ev awa dibe ku di pêkhatina zanisteke rastî ya civakî de alîkariyê bike. Desthilatdarî, dewlet û yekdestdariyên sermayeyê (mîna Firewn û Qarûnan) çiqasî mezin û dewlemend dibin bila bibin an jî weke di roja me ya îro de bi qasî ku karibin civakê daqurtînin cinawir (Levîathanê nû) dibin bila cinawir bibin, ti carî nikarin civakê ji holê rakin. Ji ber ku di tehlîla dawî de yên wan diyar dike civak e. Yên têne diyarkirin ti carî nikarin şûna yên diyar dikin bigirin. Hêza desthilatdariyê ya herî bi heybet hêza medyatîk a propagandayê (mîna roja me ya îro) jî nikare ser vê rastiyê bigire û veþêre. Ew hêzên welê ne ku ketina kirasê dêwan, lê gelekî reben û sefîl in. Li beramberî vê civaka mirov ji roja pêkhatiye û virve weke afirîneriya herî harîqa ya xwezayê wê ji manegirtinê mehrûm nemîne.

Sîstema Şaristaniya Demokratîk hem bi rewşa xwe ya di dîrokê de hem jî bi rewþa xwe ya heyî, di binê vê paradîgmaya sereke ya civakê de weke sîstema ji nû ve avakirin, zanistîkirin û şîrovekirinê, ji vir û pêve mijara beşê bê pêk tîne.

Ji Parêznameya ‘Ceribandinek Li Ser Sosyolojiya Azadiyê’ (Pirtûka 3’emîn)