Pirtûka ‘Jin Jiyan Azadî. Di agirê şoreşa jinên Rojava de’ ji aliyê Enstîtuya Andrea Wolf a Jineolojî ve hat weşandin.

Di sala 2018’an de komeke jinên enternasyonalîst ku li Enstîtuya Andrea Wolf a Jineolojî ya li Rojava kom bûbûn, projeya nivîsandina pirtûkên wekî parçeyekî karên Enstîtuyê dabûne destpêkirin.

Piştî 6 salan, bi Descontrol Editorial, pirtûka bi navê ‘Jin Jiyan Azadî. Di agirê şoresa jinên Rojava de’ hate weşandin.

Hat diyar kirin ku di wê di pirtûkê de, şoreşa jinên Rojava hatiye vegotin.

Di destpêka pirtûkê de jî tê gotin ku: Ev pirtûk ji bo bîranîna bi hezaran hevalan ku bi agirê şoreşê re xwe helandin e’, wekî perperokên di lêgerîna heqîqetê de ye.

Pêşgotina pirtûkê, ji aliyê Enstîtuya Andrea Wolf ve hatî nivîsandin û dibêje;

Em weke tevgera azadiya jinên Kurdistanê, ji tecrubeya xwe, giringiya naskirina dîroka xwe li hemberî şîroveyên dagirker û baviksalar ku me vedişêrin û me parçe dikin dizanin.

Bi salan e, jinên Bakur û Rojhilatê Sûriye komun, meclîs, akademî û koperatîf ava kirine.

Ev pirtûk utopyayeke dûr şîrove nake, tecrubeyên şênber ji dilê jiyanê ve nîşan dide.

Pirtûkek li ser jiyanê di vê pevajoya şoreşgerî de ye.

Çîrokên jiyan û têkoşîna ku rojane tê kirin e.

Pirtûk parçeyekî nivîskî ya dîrok û ya dema niha ye.