Ji pêşwazîkirina salvegera damezirandina PKK’ê re çend roj man. Gelê Kurdistanê û heval û hogirên wan beriya bi çend hefteyan dest bi çalakiyên pîrozkirinê kirine.

Divê bê diyarkirin ku ji mercên salên din cudatir dikevin 41’emîn sala PKK’ê. Ji ber ku di pêvajoyeke ku dewleta qirker, mêtinger û faşîst a tirk digot ‘me PKK qedand, dê êdî kes nikaribe navê wê bi lêv bike’ de PKK ji her demê bêhtir bi awayekî bi hêz di salvegereke wisa pîroz û bi wate de dê were pêşwazîkirin.

Gelê Kurdistanê û heval û hogirên wan di têgihîştina vê rastiyê de ne. Ji ber vê ye ku di 41’emîn salvegera damezirandina PKK’ê de ji salên berê cudatir dê bi gotina ‘hûn çi bikin çawa bikin nikarin PKK’ê biqedînin’ bê pêşwazîkirin û ragihandin.

Dewleta TC’ê jî bi vê rastiyê dizane û amadekariyên xwe jî li gorî vê dike. Li gorî encamên ku derkevin holê dê teşe bide şerê taybet û psîkololîk û li gorî vê rastiyê beriya salvegera damezirandina PKK’ê ya 41’emîn ketiye nava liv û tevgerê. Wek encama vê rastiyê êrîşên xwe yên mêtinger û qirker pirtir kiriye, ji bo tepidsandina dengê civakê dozaja fişarên xwe zêdetir kiriye. TC’ê gelek tawîz dan hevkarên xwe yên navdewletî yên emperyalîst û bi van destekên ku ji wan wergirtin xwest bi şerê taybet-qirêj encam bi dest bixe.

Li ser vî bingehî jî salvegera 40’emîn a damezirandina PKK’ê têkoşîna li hemberî dewleta tirk a mêtinger, qirker û faşîst a di pêşengiya PKK’ê de ya gelê Kurdistanê ya bi dirûşma ‘hebûna xwe biparêje, azadiya xwe misoger bike’ serdemeke pir girîng e. Dewleta tirk a qirker û mêtinger di ji ber ku vê rastiyê dizane li gorî vê salgera 40’emîn a damezirandina PKK’ê pêşwazî dike. Hêviya xwe bi şerê taybet û psîkolojîk û bi piştgiriya hevkarên xwe yên navdewletî yên emperyalîst ve girê daye.

Dewleta tirk a qirker van rojên dawiyê beriya 40’emîn salvegera damezirandina PKK’ê, ji bo tasfiyekirina PKK’ê û ji bo ku gelê Kurdistanê ‘êdî nakiribe dengê xwe derxîne’ dest bi êrîşên îmhakirinê kiriye. Armanca 21’emîn salvegera komploya navneteweyî ya ku em tê de ne bi vî awayî ye. Di dema îktîdara klîka faşîst a AKP/MHP’ê êrîşên herî dijwar hatin kirin. Ev êrîşên qirkirinê yên ‘Plana Hilweşandinê’ ku di dîroka Kurdistanê ya nêzîk de wek ‘Plana Şarqê ya Duyemîn’ tê binavkirin ku hîn jî di meriyetê de ye, heta ji ‘Plana Şarqê’ cudatir rojava û başûrê Kurdistanê jî xistine nava xwe rastiyeke wiha pênase dikin.

Bêguman dewleta tirk a qirker û mêtinger hêvî dikir ku ji êrîşên ku pêk anîne û hîn jî berdewam dikin beriya ku PKK sala xwe ya 40’emîn tije bike encaman bi dest bixe lê ev pêk nehat. Berevajî ‘firtone rakir lê xidrê’ çinî. Komploya Navdewletî berevajî hat kirin û li Rojhilata Navîn ji bo hêzên şoreşger û demokratîk, ji bo gelan li hemberî moderniteya kapîtalîst û bi pêşxistina modernîteya demokratîk ku temsîla gelan dike modela xwe ava kir û dîsa li hemberî ‘Plana Hilweşandinê’ li her qadê bi awayekî topyekûn berxwedanek mezin derket holê. Ev rastî peyitandina têkçûna komploger û dagirkeran nîşan dide.

Bêguman êrîşên tunekirinê yên ku dewleta TC’ê li gorî wateya ku dide sala 40’emîn a damezirandina PKK’ê pêk tîne û hêviyên ku li gorî van êrîşan ava kirin, dê rastî weke encamên berê bên. Dê mîna ‘Hatina pêncşemê ji roja çarşemê diyar e’ be. Dewleta TC’ê çi dike bila bike, hemû derfetên xwe seferber jî bike, pişta xwe bide DYA, Rûsya û dewletên din ên mêtinger jî, li hemberî van hêzan stûyê xwe xwar bike û hêviya xwe bi ‘piştgiriya’ wan ve girê jî bide, dê rastî heman encamê bê.

Sala 41’emîn a ku PKK dê di rojên pêş de pêşwazî bike jî dê vê rastiyê piştrast bike. PKK, di sala 41’emîn de jî dê bibêje ‘EZ HEBÛM, HEME Û DÊ HER HEBIM’ û dê vê yekê nîşanî hemû dost û dijminên xwe bide. Çawa ku gotinên pêşiyên wan ên ‘me xelas kirin’, ‘xelas dibin’ ên cuntaya faşîst a 12’ê Îlonê û berdewamiya wan Suleyman Demîrel-Tansu Çîller-Dogan Gureş û Mehmet Agar têk bir û dawî li wan anî, bi heman awayî dê PKK di sala 41’emîn de jî dîktatoriya faşîst a R.T. Erdogan-Devlet Bahçelî jî ji holê rake û bişîne ser sergoyê.

Cûmalî Dogan