PKK: Di salvgera 13’an a şehîdbûnê de, em Viyan Soran, li ser navê rêveberiya partiya me, li ser navê Komîteya me ya Navendî bi rêzdarî û minet bi bîr tînin, careke din sond dixwin ku armancên wê pêk bînin û xwedî li bîranînên wê derkevin.

Komîteya Rêveber a PKK’ê, têkilî Viyan Soran ku di salvegera Komploya Navdewletî  ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de çalakiya protestoyî pêk anî bû got, “Viyan Soran bang li her kesî, di serî de bang li hevrêyan, jinan, gelê Başûrê Kurdistanê, nexasim bang li gelê Silêmanî, hemû ciwan û jinên Kurd kir ku zêdetir li Rêber Apo xwedî derkevin, li dijî pergala êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê zêdetir têbikoşin.”

Komîteya Rêveber a PKK’ê têkilî salvegera 13’an a çalakiya Viyan Soran, ku endama Komîteya Avakar a PKK’ê û yek ji fermandaa YJA-STAR’ê bû, wiha got: “Di destpêka salvegera 7’an a Komploya Navdewletî de, hevrê Viyan Soran got, ‘Ez naxwazim careke din di bin pergala Îmraliyê ya tecîd û êşkenceyê de 15’ê Sibatê bibînim’ û bedena xwe daye ber êgir.

Bang li her kesî, di serî de bang li hevrêyan, jinan, gelê Başûrê Kurdistanê, nexasim bang li gelê Silêmanî, hemû ciwan û jinên Kurd kir ku zêdetir li Rêber Apo xwedî derkevin, li dijî pergala êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê zêdetir têbikoşin. Endama komîteya avakar a partiya me bû. Di salvegera 13’an a şehîdbûnê de, em Viyan Soran, li ser navê rêveberiya partiya me, li ser navê Komîteya me ya Navendî bi hurmet û minet bi bîr tînin, careke din sond dixwin ku armancên wê pêk bînin û xwedî li bîranînên wê derkevin. Em banga li jin û ciwanên Başûrê Kurdistanê dikin ku rastiya Viyan Soran rast fêhm bikin û li ser şopa van pêşengên xwe bimeşin, bi rengekî hê zêdetir tevlî têkoşîna azadiyê bibin.”

Komîteya Rêveber a PKK’ê diyar kir pergala êşkencê û tecrîdê ya Îmraliyê civaka Tirkiyeyê jî vedihewîne nava xwe û got, “Berxwedana îro dibilindciya berxwedaniya 20 salan e. Êdî gelê Kurd, jinên Kurd naxwazin bi pergala êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê re bijîn. Leyla Guven bi rengekî zelal got, ‘Ti caran min ev komplo û pergala êşkenceyê bi mejî û dilê xwe neda qebûlkirin û ez ê qebûl nekim’.

Êdî dixwazin vê bibêjin: Em naxwazin bi komploya 15’ê Sibatê re, em naxwazin bi pergala tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê re bijîn, ev ê bi dawî bibe. Helwesta berxwedêrên ‘hûn nikarin roja me tarî bikin wiha bû’. Li ser vê zemînê me tevgerê û gel di nav 20 salan de ji 10 hezaran zêdetir şehîd dan. Gelê Kurd keç û kurên xwe yên herî zeraq, wêrek di vê têkoşînê de şehîd dan. Li çar parçeyên Kurdistanê ji zarokan ta bi yixtiyaran, jin û mêran bi hezaran şehîd dan. Van tecrîd qebûl nekiribûn. Pergala tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê red kirin, rewa nedîtin. Xwestin ku dîwarên Îmraliyê werin parçekirin. Komplo qebûl nekirin. Ev pergal bi komploya 15’ê Sibatê re derketiye holê, ev jî bi çarçoweya hin bazaran, bi peymana DYE-TC’yê kirin. Di nav vî karî de DYE jî heye.”