Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê ragihand, Mûrat Saat bi nasnav Dogan ê ku sala 1996’an dîl hate girtin û 21 salan girtî bû jiyana xwe ji dest da û nameyek ji malbatê re nivîsî.

Li gorî daxuyaniya Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê, Mûrat Saat bi nasnav Dogan ku li girtîgehê navê Denîz Pîr bi kar dianî, di 21’ê Mijdara 1974’an de li Samsûn-Havzayê ji dayik bû. Di sala 1992’an de li Stenbolê têkoşîn nas kir û di Hezîrana 1994’an de li Eyaleta Garzanê tevlî nava refên partiyê bû. Di heman daxuyaniyê de hate ragihandin ku Saat 20’ê Tîrmeha 1996’an li herêma Motkî ya Bedlîsê dîl hate girtin û di 28’ê Kanûna 2017’an de jiyan axwe ji dest da.

Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê nameyeke sersaxiyê ji malbata Saat re nivîsî.

Di nameyê de hate gotin, “Beriya her tiştî bi navê tevgera me em ferdên malbatê hemûyan ji dil silav dikin û hurmetên xwe pêşkêş dikin. Ji ber şert û mercên heyî, her wiha sedemên ku peydanekirina navnîşana we, me hinekî bi derengî xwe gihand we. Lewma em hêvî dikin ku hûnê me fêhm bikin.

Hevrêyê me Mûrat Saat ku ewlad û xizmê we ye, êş û pirsgirêkên gelê Kurd ji nêz ve dît, ev yek di dilê xwe de hîs kir û ji bo dawî li wan bîne, tevlî nava refên gerîla bû ku weke hêviya azadiyê ya gelan dît. Ji bo wî wezîfeya bingehîn a mirovahiyê bû ku li ber statuya koledariyê ya dewletên mêtinger li ser gelê Kurdistanê ferz dike rabe û guh da wicdanê xwe û fedakariyeke mezin kir. Hevalê me yê dozê yê bi rûmet û leheng ewladê we Saad ku doza azadiyê ya gelê Kurd weke wateya yekane ya jiyana xwe dît, ji roja tevlî bû heta roja şehîd bû, di her kêliyê de ji bo azadiya Kurdistanê, jiyana azad a gelê Kurd, bi hezkirin, dilsozî û fedakariyeke mezin a li pêşberî gelê Kurd, welatê xwe û Rêber Apo xebitî. Di sala 1996’an de li herêma Garzanê di operasyona hêzên Tirk de hevrêyê me Saat ji koma xwe qut bû û dîl hate girtin. Di têkoşîna xwe ya 21 salan a berxwedana zindanê de bû milîtanê neteweya demokratîk. Ji ber nexweşiyeke giran di 28’ê Kanûna 2017’an de şehîd bû.

Bila serê gelê Kurdistanê û serê we sax be. Em dixwazin ku hûn zanibin, em êşa we ji kûrahî ve parve dikin û ji ber şehadeta wî bi qasî we diêşin. Em hewl didin bi bilindkirina çek û ala wî, bi xurtikrina têkoşînê vê êşa xwe sivik bikin. Em li bendê ne ku hûn jî bi sebreke mezin vê şehadeta mezin pêşwazî bikin.

Bêyî dayina berdêlan gel azad nebûye, nebûye xwedî jiyaneke bi rûmet. Rêya herî rast a bidawîkirina êşê, xwedîderketina li şehîdan e. Wateya vê yekê jî pêkanîna armancên wan û têkoşîna di vê oxirê de ye.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ew li ser vê bingehê careke din sersaxiyê dixwzin û silav û rêzên xwe pêşkêş dikin.