Platforma Tenduristiyê ya Amedê têkildarî vîrûsa koronayê raporek amade kir û ji bo girtiyan bang kir ku tavilê bên berdan.

Platforma Tenduristiyê ya Amedê têkildarî mijarê raporek weşand.

Li ser tabloya li Amedê ya ji ber nexweşiya vîrûsa koronayê hate gotin, “Heta niha zêdeyî 80 welatiyên me ji ber vîrûsê tedawî bûn. Tedawiya 150 welatiyên me jî li nexweşxaneyan dewam dike. Zêdeyî 300 welatî jî li mala xwe di karantînayê de ne. 14 welatiyên me jiyana xwe ji dest dan. Di vê pêvajoyê de zêdeyî 10 xebatkarên tenduristiyê bi nexweşiyê ketin, tedawiya hinek ji wan dewam dike. Hîn jî gelek xebatkarên tenduristiyê hene ku ji bo tevdîrê li malê di karantînayê de ne.”

Platformê diyar kir, şêweyê birêvebirina pêvajoyê û nepenîtiya parvekirina agahiyan dibe sedem ku guman li ser daneyan çêbibe.

Di raporê de pirsgirêkên li nexweşxaneyan yek bi yek hatin vegotin, ji bo çareserkirina wan hin pêşniyar hatin kirin û piştre işaret bi rewşa girtiyan hate kirin.

Têkildarî mijarê di raporê de hate gotin, “Dema k u mirov şert û mercên girtî û hikumxwar tê de ne binirxînin, hingî dikarin bêjin ku rîska herî bilind a belavbûna vîrûsê li girtîgehan heye. Ji ber vê yekê di serî de girtiyên extiyar, bi nexweşiyên kronîk û yên bi zarok tavilê bên berdan, piştre jî girtî hemû bêşert bên berdan. Ev yek ji bo tenduristiya gel û aştiya civakî gelekî girîng e.”