Cenazeyê parêzer Ebrû Tîmtîk li Saziya Tipa Edlî tê hiştin. Li gorî agahiyan, polîsên Tirk amadekariyan dikin ku merasîma cenaze asteng bikin.

Cenazeyê parêzer Ebrû Tîmtîk ku bi daxwaza darizandina adîl kete rojiya mirinê û di roja 238’an de jiyana xwe ji dest da, doh êvarê ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tipa Edlî ya li Yenîbosna ya Stenbolê. Polîsên Tirk dor li avahiya saziya tipa edlî girtine û xizmên Tîmtîk, hempîşeyên wê û gelek kes jî li herêmê radiwestin.

ASTENGÎ Û DORPÊÇÎ

Nayê zanîn ku cenaze kengî bê radestkirin. Ji bo Tîmtîk wê saet di 12:00 de li pêşiya Baroya Stenbolê merasîmek bê lidarxistin, lê li gorî agahiyan desthilatdarî dixwaze vê merasîmê asteng bike. Cenaze piştî ku radestî malbatê hate kirin wê bibin Cemxaneya li Taxa Gazî.

Cemxane û Goristana Gazî ji aliyê polîsan ve hatine dorpêçkirin. Polîs nahêlin kes xwe nêzî herêmê bikin.