Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn li ber Wezareta Berevaniyê û qedroyen artêşa Rûs daxuyanî da. Pûtîn got, ”Hevpîşeyên me yên Rojavayî heke xeta ku bi rengekî aşkere êrîşkar e bidomînin, em ê bi tevdîrên leşkerî û teknîk ên guncav bersivê bidin.”

Moskowa  NATO û DYE’yê tawanbar dike ku ji bo haziriya operasyonekê bi hezaran leşker li ser sînorê Ukrayna danîne.

Pûtîn her wiha got, ”’Teqwîyekirina komên leşkerî yên bi destê DYE’yê û NATO’yê yên li ser sînorên Rûsyayê û danîna manewrayên berfireh ên leşkerî dibine sedema ku em fikarên kûr bikin.”