Rûsyayê di Sibata 2022’an de herêmên Zaporijya û Hersonê yên ku îlhak kiribû û li herêmên Donetsk û Lûhanskê ku berê serxwebûna xwe ragihandibûn, referandûmek kir.

Li her çar herêman jî dengê ‘erê’ derket. Vladîmîr Pûtîn pêncşemê êvarî bi biryarnameyekê Herson û Zaporijya wekî ‘dewletên serbixwe û serwer’ nas kir.

Vê înê ji bo fermîbûna îlhaka her çar herêman wê li Moskovayê merasîmek were lidarxistin.