Meclîsa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) têkildarî êrîşên dewleta Tirk a li ser Kobanê û Girê Spî daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin 1`ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê ye, di wê rojê de hemû cîhanê destek da berxwedana Kobanê, li dijî terorê bûn yek, tekez kirin ku ew hêza xwe ji pîvanên neteweya demokratîk werdigirin, pîvanên biratiya gelan û jiyana hevbeş çareseriya aloziyê ye û gelê herêmê dikare bi rêya wê azadî û îradeya xwe bi dest bixe.

BERXWEDANA KOBANÊ RASTIYEKE DÎROKÊ YE

Her wiha di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku tevî alîkarî û desteka ku çeteyên DAÎŞ`ê ji dewleta faşîst a Tirkiyeyê digirt, lê ti armancên dewleta Osmanî pêk nehatin, berxwedana Kobanê û alîkariya navneteweyî tekez kir ku alîkariyên navneteweyî, fermî û civakî dikarin li dijî hemû xetereyên cîhanê bisekenin û bi taybet li dijî êrîşên ku hewl didin aramî û ewlehiya herêmê tevlîhev bikin. Berxwedana Kobanê diyar kir ku gelê Kurd li Sûriyeyê rastiyeke dîrokî ye, dikare parastina dozên demokrasiyê bike ku hemû dozan û bi taybet doza kurdî digire nava xwe. Berxwedana Kobanê berxwedana jinan derxist holê ku bi hemû hêza xwe li dijî zilm û terorê têkoşîn kir û li ber xwe da.

NAXWAZIN DAWÎ LI DAÎŞ’Ê BÊN

Meclîsa Giştî ya PYD`ê di daxuyaniya xwe de hemû şehîdên berxwedana Kobanê bibîr anîn û êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser kantonên Kobanê û Girê Spî bi tundî şermezar kirin û da xuyakirin kir ku beriya 7 salan ve dewleta Tirk a dagiker bi rêya çeteyên DAÎŞ`ê, Cebhet El-Nusra û komên çekdar ên girêdayî El-Qaîdeyê gefan dixwe û bi rêya amûra kuştinê artêşa Tirk a dagirker ku çawa êrîşî bajarê aştî û aramiyê Efrînê kir, Enqere naxwaze çeteyên DAIŞ`ê tine bibin û her tim dixwaze teror berdewam bike.

DIVÊ RÊGIRÎ LI TIRKIYEYÊ BÊ KIRIN

PYD`ê tekez kir ku gefên Enqereyê û êrîşên wê yên dawî eşkera dikin ku Enqere naxwaze aloziya Sûriyeyê çareser bibe û diyar kir ku bila haya raya giştî, Neteweyên Yekbûyî û bi taybet ‘Koma Biçûk’ ku erka xwe wek şirîkeke koalîsyona li dijî toerorê bi serkêşiya Amerîkayê û bi hevkariya QSD`ê û Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne, aloziya Sûriyê di zûtirîn demê de çareser bike, rê li ber tevlîheviyê bigire û derfetê nede tu kesî ku li gorî berjewendiyên xwe, di serî de dewleta Tirk a dagirker, tev bigere û parastina destkeftiyên ku bi saya xwîna şehîdan hatine bidestxistin bike.