PYD Swîsreyê kongreya xwe ya 6’emîn li bajarê Zurîchê li dar xist.

Kongreya 6’emîn a PYD-Swîsreyê li navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Zurîchê (CDK-Zurîch) pêk hat. Di kongreyê de salvegera şoreşa Rojava hate pîrozkirin.

Nûnerê PYD’ê yê Ewropayê Abdulselam Mûstafa li kongreyê axivî û rewşa dawî ya siyasî nirxand. Mûstafa bi silavkirina şoreşa Rojava dest bi axaftina xwe kir û got, “Bi şoreşa Rojava re ku ketiye sala 8’an, gelê Kurd destketiyên xwe deyndarê van lehengên şoreşê ne.”

Mûstafa anî ziman ku berxwedana jinê ya li Rojava bûye mîna ji gelên dinyayê hemûyan re û got, “Nîvê 11 hezar şehîdên li Rojava, jinên ku bi têkoşîna xwe ya li dijî DAÎŞ’ê bûbûn mînak ji dinyayê re.”

Piştî axaftinan kongreyê dest pê kir. Di kongreyê de nirxandin li ser kar û pêvajoyê hate kirin û piştre hilbijartin çêbû.

Kongre bi dirûşma “Bi ruhê şoreşa 19’ê Tîrmehê em ê Sûriyeya demokratîk ava bikin” bi dawî bû.