Navenda Ragihandina QSDê, bi daxuyaniyekê eşkere kir ku wan serçeteyekî DAIŞê girtine û got; Di encama hevkariya xurt, pevguhartina agahî û datayên navbera QSD′ê û hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya Têkoşîna li dijî DAIŞ′ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, êvara Şemiya borî operasyona hate pêkanîn. Di encamê de serçeteyê çeteyên DAIŞ′ê, Ebû Helîl El Fedanî hate girtin.

Navendî dazanîn ku Hêzên Koalîsyona Navneteweyî, serçete El Fedanî radestî hêzên QSDê kirin. Hêzên QSDe jî têkildarî sûcên li dijî gelan û planên êrişên terorane yên li dijî gelek dewletan dest lêpirsînê kirin.