NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandariya Giştî ya QSD`ê eşkere kir ku tevahiya çolistana Dêra Zorê hate rizgarkirin. Di pêngavê de 418 terorîst, di nav de 16 emîr, hatin kuştin û 29 terorîst jî dîl hatin girtin.

Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyê Demokratîk QSD wiha ye:

“Hemleya me ya ji bo rizgarkirina bajarokê Deşîşa di 3’yê Hezîrana borî de, di çarçoveya dewamkirin û ewlekirina sînorê Sûriye-Iraqê de û rizgarkirina tevahî gundewarên parêzgeha Hesekê ji bermahiyên terorîstên DAIŞ’ê de destpê kiribû û plankirina wê hemleyê bi hevrêzî li gel artêşa Iraqê û hêzên Koalîsyona Navneteweyî hatibû kirin.

Hemleyê ji her du aliyên Şedadê û Holê ve dest pê kiribû û erdên bi rûberiya 7 hezar û 136 kîlometrekare û bi dirêjahiya 191 kîlometreyan li seranserî sînorê Iraqê di nava wê de jî bajarokê Deşîşa yê stratejîk û tevahî gundên girêdayî wê jî tevî rizgarkirina gundên girêdayî bajarokên Elsuwer û Merkede yên çema Xabûrê, her wiha deriyê Tel Sefûk jî hatibûn rizgarkirin. Hêzên me bi hêzên Iraqê re li ser sînor rastî hev hatin, bi vî awayî jî tevahî çolistana Dêra Zorê hate rizgarkirin.

‘Bi sedan sivîl hatin rizgarkirin’

Şervanên me bi sedan sivîl rizgar kirin, her wiha bi sedan sivîlên asê mabûn ji wan gundan derxistin û ji herêmên şer hatin dûrxistin. Her wiha di wan gundan de ji bo astengkirina pêşketina şervanan gelek mayin û teqemenî ji aliyê terorîstên DAIŞ’ê ve hatibûn çandin, lê yekîneyên me yên endezyariya leşkerî ew mayin rakirin, her wiha şervanên me gelek tunelên binerd dîtin û bê bandor kirin.

Koalîsyona Navneteweyî jî bi awayekî çalak ji erd û ezman ve beşdarî pevçûnan bû û bi dehan derbeyên ezmanî tevgerên terorîstan armanc girtin, her wiha çeperên wan bi topavêjên giran armanc girtin û bi moşekên erd-erd êrîş birin ser wan.

418 terorîst hatin kuştin

Her wiha hêzên me rasterast bi terorîstan re ketin nava pevçûnan û di encamê de şerên dijwar qewimîn; tê de çekên giran û navîn hatin bikaranîn û terorîstan hewl da ku erebeyên bombebarkirî bi kar bînin. Di nava şer û pevçûnên ji her du aliyên Şedadê û Holê ve li dar ketine de, şervanên me 418 terorîst, di nav de 16 emîr, kuştine û 29 terorîstên dîtir jî dîl girtine.

Her wiha şervanên me gelek çek û cebilxaneyên DAIŞ’ê desteser kirin:

Erebe: 3 Hamer, 5 Toyota , 15 Kia , 4 Hyundai , 7 sehrîc, 2 kamyon, 4 erebeyên Isuzu û Inter, loderek, qelabek, 2 pîkab, traktorek û jeneratorek.

Çek û cebilxane: “307 kilêş, 3 M16, 4 perno, 20 RBG, 22 BKS, 2 Doçka 23, 2 Doçka 14.5, 8 Doçka 12.5, moşekek Grad, topavêjek  SPG, 2 hewan 120 mm, 4 lûleyên hewanê, 10 qaîdeyên hewanê, 6 bombakşin, 10 hezar guleyên BKS, 6 hezar guleyên Doçka 12.5, 6 hezar Doçka 14.5, 40 êlekên kilêşê, 40 roketên RBG, 20 roketên SPG, 7 debanceyên rengereng, 4 bêdeng, hejmarek mezin ji saiqên teqandinê foniya, hejmareke guleyên M16, hejmareke mezin ji mayinan, hejmareke zincîrên dagirtî bi guleyên BKS, bombeyên destan.

Alavên pevgihandinê: “3 rola, 55 alavên Hitra, 31 bêtêl, 2 kamera, 5 kamerayên dîwaran tevî kabloyên wan, 3 laptop, alavek modemnews, hejmarek kamerayên biçûk, 6 mobailên amadekirî ji bo teqandinê,  hezar û 440 beteriyên ji bo teqandinê û miqdarek derman.

Her wiha di nava şer û pevçûnan de 4 şervanên me şehîd ketin û 22 jî birîndar bûn.ʺ