Vîrûsa Korona li bazara lawiran a bajarê Wûhan yê Çînê ku nifûsa wê 11 mîlyone derketibû holê û heta niha bû sedemê mirina nêzî 500 kesî. Li parzemîna Çînê heta niha zêdetirî 24 hezar û 300 nexweş hatine testpîtkirin.

Li gorî daneyên ji aliyê Komîsyona Tenduristî ya Netewî ya Çînê ve hatî eşkere kirin 60 ji sediyê qûrbaniyan kesên temenê wan 60 salî û wêdetir pêk tê. Hate diyarkirin ku 75 ji sediyê van jî pirsgirêkên tenduristiyê hene. Kesên mirîne temenê wan di navbera 36 û 89 salî de ne û ji vana herî kêm 5 kes temenê wan dibin 60 salî re ye.

Ji derveyî Çînê heta niha du kes mirîne. Kesek li Hong Kongê kesê din jî li Filîpînan ku beriya niha li Wûhanê mabû ye.

Li gorî Komîsyona Tenduristiyê ya Netewî ya Çînê li tevayî welat 892 nexweş jî baş bûne. Di nava nexweşên hatine piştrastkirin de ya herî ciwan pitika yek mehî û yê herî pîr jî 90 saliye.