Yek ji fermandarên Biryargeha Navenda Parastina Gel Bahoz Erdal bû mêvanê bernameyeke Stêrk TV û şerê taybet û psîkolojîk ê dewleta Tirk nirxand.

Erdal diyar kir, dewleta Tirk hewl dide bi şerê taybet şik û gumanan bixe nava gel û got, “Ji roja damezrandina Komarê û vir ve li dijî gelê me şerekî taybet ê ji bo qirkirinê bi rêk û pêk tê kirin. Ev şerê taybet xwe dispêre derew û xapînokan. Dixwazin bi vê yekê re dudiliyê bixin nava gelê me û di mijara têkoşînê de şik û gumanan biafirînin. Ji propagandayê heta derewan, ji girtinê heta birçîhiştin û kuştima mirovan, gelek rê û rêbaz ji bo vê armancê tên bikaranîn. Ji bo mirovên Kurd serî li ber dewleta Tirk bitewînin û xwe radestî dewletê bikin, ev yek tê kirin. Yanî dixwazin tirsê berdin nava dil û mejiyê Kurdan.”