Şefê partiya Ennahdha (Tevgera Nahda) ku destpêkê Biratiya Misilman, piştre jî modela AKP’ê ya Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ji xwe re kir esas, di 17’ê Nîsanê de hate destgîrkirin.

Lîderê tevgera Îslamî ya muxafazakar ê 81 salî, di Tîrmeha 2021’ê de parlament bi rê ve dibir ku ji aliyê Serokkomar Saîd Kaîs ve hate betalkirin.

Çavkaniyên Wezareta Karên Hundir piştrast kirin ku Gannûşî ji ber daxuyaniyên dabû, hate destgîrkirin.

Gannûşî dawiya hefteyê bi daxuyaniyekê ragihand ku eger Îslam a siyasî ya ku partiya wî di nav de ava bûye ji holê bê rakirin, dibe ku Tûnis bi ‘şerekî navxweyî’ re rû bi rû bimîne.

TÊKILIYÊN XWE YÊN BI ERDOGAN RE XURT BÛN

Gannûşî di destpêka jiyana xwe ya siyasî de sûd ji Biratiya Misilman a li Misrê wergirt, piştre jî modela AKP’ê ya Erdogan ji xwe re kir esas.

Erdogan di nava salên derbasbûyî de gelek caran bi Gannûşî re hevdîtin kir. Her wiha sala 2018’an vexwend kongreya AKP’ê. Di Çileya 2020’î de li Dolmabahçeyê civîneke li çapemeniyê girtî pêk anî. Her wiha medya di bin kontrola AKP’ê de ye betalkirina parlamenta Tûnisê weke ‘darbeyê’ pênase kiribû û xwedî li Gannûşî derketibû.