Parêzer Ayşegûl Çagtay ji bo cenazeyê Îbrahîm Gokçek ê birin Kayseriyê got: “Bi hinceta qedexeya derketina derve, dixwazin ketina goristanê ya welatan sînordar bikin.”

Cenazeyê endamê Grûb Yorûm Îbrahîm Gokçek ê di roja 323’an a rojiya mirinê de navber da bi du rojan û şûnde şehîd bû, li morga goristanê tê rawestandin, di saetên şevê de li gel polîsan birin goristana Gusulhanesiyê.

Parêzerê Gokçek Ayşegûl Çagatay anî ziman ku tevahiya şevê cenaze li morga goristanê hate ragirtin û got: “Li gel xizim û birayê wî hebû. Em niha diçin Îbrahîm bigirin. Em ê li Goristana Halep Hoca cenazeyê Îbrahîm veşêrin.”

Çagatay diyar kir ku agahî hate girtin ku hevjîna Gokçek Sûltan Gokçek a li girtîgehê ji bo tevlî merasîma cenaze bibe şandine Kayseriyê lê ev yek nehatiye piştrastkirin. Çagatay got: “Hate gotin ku Sûltan Gokçek anîne Kayseriyê lê me peywendiyek zelal li gel nekiriye. Em nizanin em ê cenaze bigirin an ne, lê em didin zorê. Dema cenaze ji morgê jî bigirin, dixwazin qedexeya derketina deve bikin hincet û hejmara kesên tevlî merasîmê bibin sînordar bikin, ji derveyî xizman rê nede kes tevlî merasîmê bibe.

Dema ku duh şev cenazeyê Gokçek anîn Kayseriyê li navçeya Başkapinarê komek nîjatperest daxwaz kirin ku li Kayseriyê cenaze neyê definkirin. Koma ku rê nadin ku cenazeyê Gokçek bê veşartin gotin: “Veşêrin jî em ê derbixin, bişewitînin” gef kirin.

Tevî qedexeya derketina derve jî Parlementerê MHP’ê yê Kayseriyê Mûstefa Bakir Ersoz û Serokê bajar Serkan Tok jî di nava komê de bûn. Ersoy ê hate Başakpinarê li vir axivî û got: “Korona jî heye, tevî vê em di vê saetê de li vir in. Çi ji destê me bê em ê bikin.” gef kir.