Rejîma AKP’ê 30 herêmên Dersimê ‘qedexe’ kir. Ji gel xwest ku ji herêmê derkeve. Walîtiya Dersimê li 30 herêmên navenda Dersim, navçeyên Pulur, Qisle, Pilemûriye û Xozatê di navbera dîrokên 1-15’ê tîrmehê de Herêma Ewlehiya Taybet îlan kir. Cendirmeyan biryara walîtiyê birin ji keyayên gundan re ragihandin. Di biryarê de tê xwestin ku welatiyên li van hêrêman dijîn terk bikin.