Girtiyê Kurd Mistefa Selîmî yê li gelel komekê ji zindana Seqîz reviyabû, piştî ku ji aliyê hêzên ewlekarî yên Herêma Kurdistanê ve hatibûn destgîrkirin û jî radestî rejîma Îranê kiribûn, ji aliyê rejîma Îranê ve hate darvekirin.

Girtiyê Kurd Mistefa Selimî di 27’ê Adarê bi gelek girtiyên din re ji zindana Seqiz fîrar kiribû û paşê li ser sînorê Başurê Kurdistanê radestî Îranê hatibû kirin.

Li gorî tevna Mafê Mirovan a Kurdistanê, Mistefa Selîmê îro danê sibê li zindana Seqîz hatiye darvekirin. Heman çavkaniyê ragihand ku cenazeyê Misetefa radestî malbata wî hatiye kirin.

Li gorî tevna Mafê Mirovan a Kurdistanê dema ku Misetefa Selîm bi komek girtiyên din re ji zindana Seqîz firar dikin, bi çend kesan re berê xwe dabûn Başûrê Kurdistanê. Lê ji aliyê hêzên ewlekarî yên Herêma Kurdistanê ve hatibûn destgîrkirin û radestî rejîma Îranê kiribûn.

Selîmî ji sala 2003’an ve bi hêceta endamê hizbek Kurd bû, cezayê darvekirinê lê hatibû birîn. Lê Hizba Demokrata Kurdistan, Hizba Demokrata Kurdistan a Îranê û rêxistina Kurdistan a Hizba Komînosta Îranê (Komele) diyarkiribûn ku Mistefa Selîmî ne endamê wane.

Li gorî nûçeya Rojnewsê ku çavkaniyek taybet ku agahî daye, Selîmî dema ku bi komek girtî re firar dike, berê xwe dabû sînorê Başûrê Kurdistanê. Lê ji aliyê hêzên Herêma Kurdistanê ve li sînorê navçeya Pênciwên tê destgîrkirin û wî dişînin Rojhilatê Kurdistanê.

Heman çavkaniyê da zanîn ku Selîmî piştre diçe malek li Rojhilatê Kurdistanê û xwe vedişêre. Lê ji aliyê xwediyê malê ve, jî tê îhbar kirin. Piştî wê hêzên rejîma Îranê di ser malê de digrin û wî destgîr dikin.