Li gorî Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, rejîma Sûriyeyê li Îdlibê bi pêş ve diçe. Ji êvara Pêncşemê ve li nêzî navçeya Maaret El Nûmanê şerekî dijwar diqewime û heta niha zêdeyî 170 kesî jiyana xwe ji dest dan. Li gorî Saziya Çavdêriyê 71 ji van hêzên alîgirê rejîmê ne.

Hêzên rejîmê li vê sektorê kontrola 25 navçe û gundan bi dest xistin. Saziya çavdêriyê ragihand ku hêzên rejîmê kêm ma xwe nêzî yek ji bajarên herî mezin ên herêma Îdlibê bikin.

Midûrê saziyê Ramî Abdul Rahman ji AFP’ê re axivî û got, “Ev pêşveçûn hewldana ji bo xwenêzkirina li Maaret el Nûmane.”

Beşeke mezin a herêma Îdlibê û hin herêmên Heleb û Lazkiye di destê komên çete yên pişta xwe dispêrin dewleta Tirk de ye.