Serokê Estutuya Kurdî ya Almanya Fewzî Ozmen doh ji ber nexweşiya giran li Almanya bajarê Hagenê koça dawî kir.

Rêveberiya TEV-ÇAND’ê ya Ewropa peyama sersaxiyê weşand û wiha got:

Bi dilekî xemgîn em pê hesiyan ku, mamosteyê hêja û kedkar Fewzî Ozmen koça dawî kiriye. Fewzî Ozmen ji bo çand, wêje û zimanê kurdî windayiyeke giran bû. Ew heya dawiya temenê xwe li dijî qirkirina çandî, asîmîlasyon û polîtîkayên dagirkeran xebat meşand. Çendî weke fêrkarekî ziman û hostayekî lêkolînê kar dikir, wî her dever ji xwe re qada xebata neteweyî didît. Bi sedan ciwan ferî ziman kir, dizanîbû fêrbûna ziman û çandê berxwedaneke neteweyî ye, her ku lêkolîn dikir bêhtir li karê xwe germ dibû û wate dida xebata neteweyî.

Rêveberiya TEV-ÇAND’ê sersazî ji gelê Kurd, PENA Kurd, Yekîtiya Mamosteya Kurd, KNK’ê û Enstutuya Kurdî ya Almanyayê re sersaxî xwest û got:

Wefata Fewzî Ozman xisareke mezin bû ji bo çand û wêjeya Kurdistanê.