Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dê di 1’ê Mijdarê de dest bi peywira xwe bike. Hevserok Bêrîvan Xalîd, diyar kir ku rêveberî dê li herêmê, dinava meclîs û rêveberiya xweser de koordîneyê ava bikin û got: “Hemû gelê me dê dibin vê sîwanê de cih bigirin.”

Di rojên derbas bûyî de, ji bo rêveberiya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat avakirin. Rêvberiya Xweser dê di 1’ê Mijdarê de dest bi peywira xwe bike. Koordînasyona dinava meclîs û rêveberiya xweser de hat avakirin, dê dibin sîwana rêveberiyên kontonên Cizîr, Kobanê, Girê Spî, Efrîn û bajarên Reqqa Dêrazor, Mînbîc û Tebqa de cih bigire.

JI BO BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ

Di bin banê rêveberiya xweser de, buroyên Parastin, Karên Derve, Çapemenî, Bername, Jêderkên Binerd û Petrolê, Alîkariya Mirovî û Danûstandin hatin vekirin. Hevseroka Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bêrîvan Xalid, derbarê hemû kar û binesaziya herêmê ya bikin de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî.

HEMÛ GEL DÊ DIBIN VÊ SÎWANÊ DE CIH BIGIRIN

Xalîd, diyar kir ku di Konferansa 3’yemîn a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) de biryar hat dayîn ku Rêveberiya Xweseriya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê avakirin. Xalîd, anî ziman ku rêveberiya wan xwedî peywirekê sîwanê ye û wiha got: “Ger mijarek cuda dernekeve emê di 1’ê Mijdarê de dest bi xebatên peywira xwe bikin. Bi vê re em armanc dikin ku danûstandina dinavbera herêmande pêş bixin, koordînasyonê ava bikin û hîn zêdetir ji gel re xismet bikin. Biryara rêveberiya xweser û meclîsên herêmê, di saya serkeftinên şer ên li herêmê hatin bidest xistin, derket holê. Piştî pevçûn û şer, rêveberiyek sîwan hat avakirin. Ji bo ku em bi hevre tevbigerin em rêveberiyek wiha ava kir. Hemû gelên me cihê xwe dinava vê sîwanê de digirin. Ji hemû bajaran mirov cihê xwe tê de digirin. Em armanc dikin ku girîngiya xwe bidin ser karên îdarî, xizmet û sererastkirina qadan.”

XEBATÊN AVAKIRIN Û PAŞVE VEGERANDINÊ

Xalîd, da zanîn ku wan çawan rêveberî avakir, li hemû herêman geriyan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Me hevdîtin bi hemû gel û rêveberiyên herêmê re pêk anî. Em dixwazin gelê herêmê hîn zêdetir ji bo avakirinê amade bikin. Di vê mijarê de bernameyek dem dirêj li pêşiya me heye. Emê bi vî awayî dest bi xebatên xwe bikin. Ji bo binesaziya herêmê, xebatên tenduristî û perwerdê, stargeh û hwd. emê li herêmê xebatên bi rêve bibin. Bi taybetî me ji bo avakirina herêmên ji DAIŞ’ê hatin rizgarkirin zend û bendên xwe ba dane. Ji bo paşve vegera mirovên me yên herêmê jî, me hemû derfetên xwe kirine dewrê.”