Konferans ku cara 25’an hat lidarxistin, deqeyek bi rêzgirtinê destpê kir.

Yek ji mijarên sereke yên konferansê ew bû ku xebatên rêxistinên wekî DAÎŞ, Boko Haram, El Qaîde, Hizbullah û bi taybetî jî faşîstên Tirk ku li Eyaleta Awûstûryaya Jorîn di bin navê mizgeft û komeleyên çandî xwe birêxistin dikin, werin teşhîrkirin.

Ya duyem jî; Teşhîrkirina ji rêzekirina firotina erdên ku Ghuzen û Metahuzen ji bo sivîlan ku ji navendên êşkenceyê yên Naziyan bû.

Hunermenda Cuhî Isabel Fret strana “Hişyar û Azad bibe” ku tê de hevoka “Ne razê, rabe, ji bo azadiya xwe û mirovahiyê li ber xwe bide” derbas dibe, ji bo gelên Rojava, Filistîn, Îsraîl û Îranê û girtiyên siyasî got.

Dîwana konferansê ji bo girtiyên siyasî û bi taybet ji bo Rêber Apo, banga têkoşîna hevpar kir.

Di salona konferansê de her wiha bi boneya Komploya 9’ê Cotmehê standa agahdarkirinê hat vekirin û danasîna pirtûkên Rêber Apo hatin kirin.

Erişên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, rêbazên şerê qirêj ên PDK’ê ku bi dewleta Tirk re pêşxistiye, sûîqestên li dijî siyasetmedarên Kurd û êrîşên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin şermezarkirin.

Her wiha di konferansê de bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê û Roja Piştgiriyê starta xebatan hat dayîn.