Rojnamegerê Kurd Azîz Orûç ê ku ji 11’ê Kanûnê ve ji aliyê rejîma Tirk hatibû destgîrkirin, îro ew derxistin dadgehê. Rojnameger Orûç hate girtin.

Azîz Orûç li navçeya Bazîdê ya Agiriyê di 11’ê Kanûnê de hatibû destgîrkirin û ji aliyê Wezareta Karê Navxweyî jî ‘terorîst’ hatibû îlankirin.

Rojnameger Orûç bi qasî hefteyekê di nezaretê de ma û piştre sewqî Dadgeriya Cezayê ya Sulhê ya Bazîdê hate kirin.

Bi hinceta ku Orûç ‘endamê rêxistinê ye’ hate girtin.

Rojnameger Orûç ji ber dozên ku lê vebûbûn 3 sal in li Başûrê Kurdistanê rojnamegerî dikir.

Ji bo ku biçe Ewropayê ji ser Îranê xwest biçe Ermenistanê lê li ser sînorê Ermenistanê polîsan êşkence li wî kirin û ew teslîmî leşkerên Îranê kiribûn. 2 rojan jî rejîma Îranê êşkence lê kiribû.

Rojnameger Orûç di 10’ê Kanûnê de pêxwas û cilê wî qetiyayî ew avêtibûn ser sînorê Tirkiyeyê.

Azîz Orûç alîkarî ji Hevserokê HDP’ê yê Bazîdê Abdûllah Ekelek xwestibû û di 11’ê Kanûnê de li Bazîdê polîsan ew destgîr kiribû. Piştî rojekê Hevserokê HDP’ê yê Bazîdê Abdûllah Ekelek û Mûhammed Îkram Muftuoglû jî hatin girtin.

Ji bo ku Azîz Orûç serbest were berdan, 200 rojnamegeran li ser malpera kampanyaya îmzeyan dan destpêkirin.