Ji nivîskarên pirtûka ‘Curdi’ (Kurd) a bi Îtalyayî weşanê dike Giovanni Caputo ji ANF’ê re axivî.

Caputo bi bîr xist ku Rêber Ocalan piştî sala 1998’an ji Îtalyayê derket hate girtin ku ew rewş gelkî giran û metirsîdar bû û got: Ji bo me kesekî gelekî girîng bû, lê belê hikumeta me di asteke bilind de destûra çûyîna wî da.

Caputo bal kişnd ser terîda li İmraliyê û got:
Ev zêdeyî 30 meh in agahî ji Ocalan nayê girtin. Li saziyên Ewropayê, mînak li Konseya Ewropayê, li CPT difikirim. Diçin wê derê, raporekê amade dikin, lê belê dema ku dewlet bixwaze hingî dikarin biweşînin. Gelo emê piştî 50 salan karibin vê belgeyê bixwînin? Hingî wê tu wateya xwe tunebe. Pêwîstiya me ji bo niha bi vê raporê heye. Ji bo em zanibin ku li Îmraliyê çi diqewime pêwîstiya me pê heye ku ev rapor niha bê weşandin.”

Rojnamevan û nivîskarê îtalî Caputo destnîşan kir ku Îtalya jî weke dewlet ji tecrîdê berpirsyar e û got:

“Hikumeta me ya wê demê jî tevkarî li vê rewşê kir. Eger me destûr nedabûya ku ew ji vê derê biçe, dikarîbû li vir bûya û daxwaza penaberiya siyasî bikira. Lewma weke dewlet em berpirsyar in. Weke gel em piştevanê wî ne û ya rast ez bi xwe yek ji piştevanên wî yên destpêkê me.

Giovanni Caputo destnîşan kir ku li gel tecrîda girankirî, binpêkirina mafên mirovan jî sîstematîka fikrî ya Rêber Abdullah Ocalan gelekî baş e û diyar kir ku ew vê yekê ji nivîsên wî dibînin û got:

Girîng e ku bi qasî ji me tê em fikir û agahiyên Rêber Ocalan wî belav bikin. Ji ber ku hatibe îzolekirin jî hîn difikire, dinivîsîne ji bo gelê xwe nêrînan hildiberîne. Di vê rewşa giran û metirsîdar de jî gelê xwe naterikîne. Bi dîtina min ev yek gelekî girîng e.”