Em di rojên salvegera 40’emîn a damezirandina PKK’ê de ku ji bo Tevgera Apoyî wateya wê ya dîrokî ya girîng heye de ne. Wexta ku em li pêşengiya PKK’ê ya 40 salan û bandora wê ya di dîroka gelê Kurdistanê de binihêrin ev rastî tê dîtin. Ji ber vê jî tiştên ku PKK’ê di nav 40 salan de pêk aniye di heman demê de misogeroya pêşerojê ye jî.

Rêber Apo PKK’ê wek nivîsandina dîrokeke her berdewam û bêdawî dinirxîne. Ger vê rastiyê bidin ber çavan rola û rista PKK’ê ya 40 salên ku li pey xwe hiştiye dê di pêşerojê de jî bi cih bîne. Ev jî tê wê wateyê, çawa ku di nav 40 salan de bi tiştên ku pêk anîne peywira xwe ya pêşengiyê anîbe cih, ji vê pê ve jî dê bi tiştên ku pêk bîne li nirxên heyî zêde bike û rol û rista xwe ya pêşengiyê bi cih bîne.

Ger ev rastî baş bê fêmkirin 40’emîn salvera PKK’ê jî dê baş were fêmkirin.

Damezirandina PKK’ê di diyalektîka Tevgera Apoyî de xelekeke dîrokî ya girîng e.

Di afirandina vê xelekê de rista diyarkeriya Rêber Apo û şehîdbûna şehîdê mezin û nemir Hakî Karer bandoreker bû.

Ji ber vê ye ku PKK’ê wek Tevgereke Rêbertî û Partiya Şehîdan cihê xwe di dîroka gelê Kurdistanê de girtiye.

Ji bo ku ev rast bê fêmkirin û xwedî lê bê derketin divê nirxên di nav 40 salan de ku PKK’ê afirandiye teqez baş bê têgihiştin. Ger ev rastî baş neyê fêmkirin nepêkan e ku PKK jî baş bê fêmkirin û nikare peyewirên şoreşgerî yên pêşerojê jî pêk werin. Ger baş neyê fêmkirin wê bibe reştariyeke ku mirov nikaribe rê û dirbên xwe diyar bike. Di heman demê de dê rol û rista PKK’ê ya ji bo gelê Kurdistanê, sosyalîstan, şoreşger û hêzên demokratîk a pêşeng jî neyê fêmkirin.

PKK weke partiyeke Rêbertî û Şehîdan, di nava 40 salên dawî de rola xwe lîst û erkên xwe bi serkeftî bi cih anîn. Ragihandina damezirandina wê bi tenê jî, nîşaneya vê rastiyê ye. Ji ber ku bi damezirandina xwe re ragihand ku dê li hemberî êrîşên îmhaya topyekûn ên dewleta qirker û mêtînger a faşîst a TC’ê, di çarçoveya Berxwedana Parastina Rewa de dê bi biryardarî li ber xwe bide. Şehadeta Mazlum Dogan, Ferhat Kurtay, Kemal Pîr û M. Hayrî Durmuş a di Berxwedana Zindanan de, pêngava şoreşgerî ya mezin a 15’ê Tebaxê û Şerê Gel ê Şoreşger ê ku di roja me de jî didome, bicihanîna erkên vê deklarasyonê ye.

Ger ku îro gelê Kurdistanê xwe ji tunebûnê rizgar kiribe û di destnîşankirina pêşeroja xwe de diyarker be, sedema vê yekê ev rastiye ye.

Ev nirxên ku di nava têkoşîna 40 salan de derketin holê, di heman demê de ji pêşeroj û nirxên nû re bûye bingeheke xurt ku nayê xerakirin. Ji ber vê yekê ye ku 40 salên dawî bi qasî pêşerojê, dê di destnîşankirina tiştên ku dê bên kirin de jî dê diyarker be. 40 salên dawî xwedî girîngiyeke wiha ye. Parastina hebûna xwe û misogerkirina azadiyê, ji hêla Rêber Apo ve weke erkên Tevgera Azadî û Demokrasiyê ya Kurdistanê hatiye destnîşankirin.

Di sala 40’emîn de jî erk û berpirsyariyên ku divê PKK pêk bîne, li gorî vê rastiyê teşe girtine. Bi bicihanîna van erkan re PKK dikare bibe xwediyê meşa 40 salan a ku bi tîpên zêrîn hatine nivîsandin. Di roja me de êdî bûye xwedî vê erk û berpirsyariyê. Dewleta faşîst û qirker a TC’ê êdî di asta şikestinê de ye. Dikare bê gotin ku êdî dewleta tirk hatiye dawiya rê. Dewleta TC bi xwe jî di vê ferqê de ye. Ji ber berjewendiyên xwe û bi vê sedemê ye ku êrîşên xwe yên qirker û tunekirinê bi awayekî bêsînor berdewam dike. Di 40’emîn sala damezirandina PKK’ê de, tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo jî bi vê sedemê ve girêdayî ye. Gelê Kurdistanê, dostên wan û Tevgera Azadî û Demokrasiyê jî, 40’emîn sala damezirandina PKK’ê bi vê rastiyê pêşwazî dike. Ev jî, di avakirina zemîna erk û berpirsyariyên ku divê PKK di sala 40’emîn de pêk bîne û bilindkirina wan de, diyarker e.

Bêguman azadiya Rêber Apo tê wateya azadiya Kurdistanê. Ev weke goşt û neynûkê pêkve girêdayî ne. Fikirîna ji hev cuda û nirxandina vê rastiyê, ne pêkan e. Şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo, bi bicihanîna van erk û berpirsyariyên ku Tevgera Azadî û Demokrasiyê destnîşan kirine, pêkan e. Ji ber vê ye ku pêşveçûna Tevgera Azadî û Demokrasiyê û destkeftiyên wê, dê bê wateya şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo û azadiyê.

Di pêşwazîkirina sala 40’emîn a PKK’ê de tiştê ku erk û berpirsyariyan diyar dike, ji vê rastiyê wêdetir tişteke din nîne.

Salvegera 40’emîn li PKK’ê ya ku di rêya ronak a Rêber Apo de dimeşe, pîroz be.

Cûmalî Dogan