Erdogan îro li pêşiya qonaxa vegera ji heman agirê ku Tirkiyeyê û li herêmê pêxistiye, nemaze li hundirê Tirkiyeyê bi xwe asteng e. Ew bi salan e jiyana bi hezaran mirovan diçewisîne û gefan li wan dixwe; hin caran bi terorîstan û hin caran jî bi çeteyan re hevkariyê dike. Tevî dîroka xwe ya reş di qirkirina gelan de, dewleta tirk ji sala 2012´an ve rola herî mezin di trajedya (bobelata) gelê Sûriyeyê de dilîze. Tirkiyeya ku piştgirî da terorê nemaze DAIŞ’ê, li Tirkiyeyê netewan qir dike; mîna komkujiyên 1915´an û îro li Şengalê jî û beriya wê li Efrînê û niha jî xwe ji bo komkujiyên din amade dike.

Rastiya Tirkiyeyê ev e; ew dixwaze DAIŞ’ê rizgar bike, her wiha dixwaze hemû çeteyên li ber kêra mirinê ne rizgar bike. Lewma li Sûriyeyê di bin navê ‘Artêşa Neteweyî’ de dixwaze terorîstan rizgar bike. Çawa ku bermahiyên DAIŞ’ê di bin navê Mertala Firatê de kom kirin, ew dixwaze heman kiryarê dubare bike. Li Iraqê jî hewl dide heman tiştî bike. Armancgirtina Şengalê û nehiştina pêşketina rêveberiya wan û rêxistina wan a xweser; tolhildaneke aşkera ye ji ber têkçûna DAIŞ’ê a li Şengalê. Lewra Şengal cihekî girîng e ji bo Tirkiyeyê û dixwaze DAIŞ li cihên taybet zindî bibe da ku vegera xwe misoger bike.

Qirêjbûna Tirkiyeyê wisa diyar dibe; ew di qada şer de têkçûye lewma berê xwe dide planên qirêj û sîxurên xwe ava dike û kiryarên tirsonek pêk tîne. Armancgirtina şehîd Zekî Şengalî û hevalên wî di roja 15´ê tebaxê de jî xwedî wateyeke kûr e. Ew wate jî ew e ku tevahiya gel armanc digirin.

Ji ber ku ew dewleteke bi hişmediyeke xerab û qirêj hizir dike. Êdî ew kiryaran wisa hildibijêre ku bibin jêdera vegerê ji rêgezên bingehîn û şoreşgerî ya têkoşîna gelê me. Mîna êrîşa li dijî Şengalê di vê demê de û armancgirtina şehîd Zekî Şengalî di rojeke sembolîk de, tiştekî pir mezin e di wijdan û hişê gelê me de. Ev bûyer di bîranîna komkujiya gundê Koço ya ku çeteyên DAIŞ’ê pêk anîbû de pêk hat. Ev ne rasthatinek ji rêzê ye. Li hêlekê ve tolhildana sembolîk e. Bi hedefgirtinên wiha di rojên dîrokî de dixwazin ku nehêlin ew roj di hişê civakê de bibin jêdera hêz û israra xurt. Êrîşeke li dijî vîna ku bi giyanê 15’ê Tebaxê şer dike û li hemberî terora di 3’yê Tebaxa 2014´an berxweda bû.

Armancgirtina şehîd Zekî Şengalî peyama ku mebest êzidî e bû. Şehîdê nemir Zekî Şengalî di nav civaka êzidî de semboleke mezin bû. Hebûna wî moral bû û ji bo birêxistinkirina gelê me yê li Şengalê bû alîkar; li hemberî êrîşên tunekirinê, mekanîzmayên xweparastinê pêşvebirinê. Wateya van şewazan jî di nav civakê de hebû. Ev pêşketinên li Şengalê ne tenê li ser Tirkiyeyê, li ser hemû aliyên ku li gelan dimijin û ew dixapînin metirsiyek bû. Êdî rastiya parastina gel di şopa gelê êzidî de diyar dibe. Ew şop jî şopa bi rêbertiya şehîd Zekî Şengalî bû.

Tiştên ku şehîd Zekî Şengalî damezirandin û derfetên ku afirandin, ne hêsan e ku sîxurên dewleta tirk têk bibin. Li Şengalê hêza gelê me di parastina hebûna xwe de bêhtir e. Bêguman di warê xweparastinê de dê mekanîzmeyên wan ên di pêşxistina rewşa xwe de hebin.

Yên ku sond bi xwîna şehîdên Şengalê xwarin ku jinên azad ji destên DAIŞ’ê rizgar bikin û zarokan ji tarîtiya wan rizgar bikin, şagirtên şehîd Zekî Şengalî ne. Mîna bawerî û daxwaza şehîd Zekî Şengalî, dê ev şagirt şopa wî bidomînin û alên serkeftinê li her devera Şengalê hildin.

Her wiha dê gelê me roja şehadeta Mam Zekî û hevalên wî bikin roja nûkirina peymana ji bo şehîd Egîd û hevalên wî, ji bo şehîd Zekî û hevalên wî bikin roja tolhildana komkujiya gundê Koçoyê. Li hemberî hemû planên dijminan, dê bibe roja serkeftinê. Li hemberî sîxuran û kesên dixwazin ezidiyan qir bikin û dagir bikin dê bibe sedema tolhildanê.

Aldar Xelîl