Gerîlaya YJA Starê Sema Koçerîn ku Adara par li Agiriyê li dijî hêzên dagirker çalakiya fedayî li dar xist, di nameya xwe de diyar kir ku çalakiya wê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

Gerîlaya YJA Starê Sema Koçerîn (Rewşen Aşkara) di 31’ê Adara 2020’î de li çiyayê Agiriyê li dijî hêzên dewleta Tirk a dagirker çalakiyeke fedayî li dar xistibû. Gerîla Sema Koçerîn beriya çalakiya xwe li dar bixe, di 12’ê Sibata 2020’î de nameyek nivîsî bû û qala armanca çalakiya xwe kiribû. Sema Koçerîn tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, êrişên qirkirinê û êrişên li dijî jinên Kurd nirxandibû. Şehîd Sema Koçerîn di nameya xwe de li ser sekna ku divê bê nîşandan wiha nivîsî bû: “Ji zarokatiya xwe ve nikarim xwe li tecrîdkirina Rêber Apo rabigirim. Vê nivîsê jî bi vê xweranegirtinê dinivîsînim. Li dijî van lîstikên qirêj, li dijî tecrîdê dixwazim çalakiya fedayî li dar bixim.

Nav û paşnavê min Rewşen Aşkara ye. Navê min ê kod Sema Koçerîn e. Sala 1995’an li navenda Sêrtê ji dayik bûm. Em 8 xwişk û bira ne, 4 xwişk, 4 bira ne, ez zaroka heftemîn im. Piştî perwerdeyê tevlî nava refên PKK’ê bûm. Di nava vê pêvajoya dijwar, germ û bêrehm de di serî de Rêber Apo, mirovahiya ku azadiyê dixwaze, bi taybetî jî gelê Kurd li dijî dewleta Tirk a faşîst hewl didin sîstemeke demokratîk ava bikin. Li dijî Rêber Apo, lîstik û êşkenceyeke nemerdane bênavber dewam dike û kûr dibe. Êşkenceya li dijî Rêber Apo tê wateya êşkenceya li dîroka mirovahiyê. Di serî de hêzên hegemon, desthilatdariya AKP-MHP’ê ji vê yekê berpirsyar in.

Di şerê cîhanê yê 3’emîn de ku li Rojhilata Navîn diqewime, hêzên hegemon li gel dewleta Tirk ji ber ku di siyaseta xwe de nikarin alternatîfekê deynin holê, her roj di nava krîz, kaos, tengaviyekê de ne. Kurdistan kirin du parçe, vê têrê nekir, kirin çar parçe, qîma xwe bi vê jî neanîn niha dibêjin tiştekî bi navê Kurdistanê nîne. Xwestin ku gelê Kurd û yên serî li ber mêtingeriyê hiltînin qetil bikin, di nava dîrokê de veşêrin. Li welatê me hîn jî tecrîd, destdirêjî, destavêtin, êşkence û kuştin dewam dike. Bêguman xemsariya li pêşberî vê yekê tê wateya teslîmbûna li koletiyê. Serok Apo her tim rastiya hevjiyana azad û exlaqa wê destnîşan kir û rêyeke ronahiyê ji bo xwe kir esas.

ŞEREKÎ BÊEXLAQ TÊ MEŞANDIN

Rêber Apo çareserî ji pirsgirêkên li Rojhilata Navîn re peyda kir, lê ji bo ev rastî eşkere nebe niha li girava Îmraliyê tecrîdkirî ye. Eger dîroka windakirî derkeve pêş çavan, wê maskeya li rûyê sîstemê bê xwarê. Wê rûyê rastî yê DYE û dewleta Tirk eşkere bibe, lewma komploya 15’ê Sibatê tesadûfî nîne, bi rêya vê komployê xwestin dîrokekê veşêrin. Ji ber ku bi nêrîna Rêbertî re wê dîrok ji nû ve zindî bibe û daxwazên desthilatdariya serdestan wê di ber wan de bimînin. Jinên Kurd ên li pêşberî mêtingeriyê teslîmî koletiyê nebûne, ji herikîna dîrokê û vir ve di şer, raperînê de xwedî li wezîfeya xwe ya dayiktiyê derketine û çalakiyên xwe dewam kirine. Di sala 2018’an de ji bo xwedîderketina li wezîfeya dîrokî, ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Apo, jina Kurd Leyla Guven xwedî li berhemê me yê dîrokî derket û pêşengî ji fedakariyê re kir.

Pêngava ‘şikandina tecrîdê, hilweşandina faşîzmê û azadkirina Kurdistanê’ ku bi pêşengiya Leyla Guven û Nasir Yagizan dest pê kir li tevahiya Rojhilata Navîn û welatên Ewropayê belav bû. Ji ber ku wezîfeyeke wijdanî ye, her kesî bi qasî ji dest hat pêşengî ji vê pêngavê re kir. Li zindanan di greva birçîbûnê de 8 hevalan di vê pêvajoyê de çalakî kirin û bi lehengî şehîd bûn. Ûgûr Şakar ji bo xwedî li wezîfeya xwe ya welatparêziyê derkeve li Ewropayê bedena xwe da ber agir û şehîd bû. Destpêkirina rojiya mirinê ya kadroyan kir ku dewleta Tirk bikeve nava bêçaretiyeke mezin.

Mîna her carê xwestin xwe li lingên Rêbertî bigerînin û dawî li vê yekê bînin. Rêbertî careke din xwedî li wezîfeya xwe ya Rêbertî derket. Hezkirin, silav û hesreta xwe ji her kesî re şand û diyar kir ku ev çalakî bi ser ketiye, bi perspektîfên xwe yên ji bo çalakiyên demokratîk bang kir. Piştî ku bang kir, çalakiyên gihîştin armanca xwe bi dawî bûn. Piştre jî dewleta Tirk durûtiya xwe nîşan da û operasyonên leşkerî yên li ser Efrînê, Şengalê, Mexmûrê, Qendîlê, Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakurê Kurdistanê zêde kir. Şerekî bêexlaq dimeşîne, îradeya xwe spartiye teknîkê û ne ji balafirên bêmirov ên 24 saetan digere, nikare gavekê jî biavêje. Dewleteke ku rastiya şer dîtiye, eger ewqasî bi tirs û êrişkar bûye, hingî dawî li wê dewletê hatiye.

‘JI BO ÇALAKIYÊ EZ XWE AMADE DIBÎNIM’

Hîn ji zarokatiyê ve min nedikarî xwe li dîlgirtina Rêbertî rabigirim ku ji wê demê ve min ev dîlgirtin fêhm nekiribû. Niha jî vê nivîsê bi heman xweranegirtinê dinivîsînim. 24 saetan bi vê xweranegirtinê jiyam, min sebir kir. Piştî komploya 15’ê Sibatê van salên dawî tecrîda li Îmraliyê veguherî girêkeke kor. Eger dewleta Tirk ji siyasetê, demokrasiyê, jiyana azad a bi hev re fêhm nake, wê demê mafê me ye ku bi her awayî çalakiyan bikin. Cihê gumanane ku ji her cûre çalakiyan çiqasî fêhm bike. Ji ber ku di vê serdema me ya dewlemend de tenê çav berdaye desthilatdariyê, lewma kor bûye.

Dîwar li dora tevahiya Tirkiyeyê lê kiriye, kiriye zindanek. Di nava vê zindanê de jî bi hezaran zindan çêkiriye, her malek veguherandiye zindanekê. Dixwaze feraseteke ku her kesê teslîmî mêtingeriyê nebûye wê vê jehrê vexwe. Ez jî dixwazim ku li dijî van polîtîkayên qirêj bibim xewna şevên tarî yên dijmin û li dijî tecrîda li Îmraliyê, li dijî bêhurmetiya nirxên herî mezin ên Rêber Apo, li dijî tunehesibandina jinê, bi çalakiya xwe bibim bersiv.

Ji bo lidarxistina vê çalakiyê ez xwe amade dibînim û di vê pêvajoyê de pêwîstiyê bi vê dibînim. Dixwazim li ser şopa bi dehan şehîdên me yên leheng, mîna Zîlan Sema, Viyan, Arîn, Doga, Zinar, Êrîş, Andokan bimeşim û bibim şopdareke vê rêya pîroz. Carna lê difikirim, ji dema ku gotina destpêkê ya ji bo azadiyê hate bilêvkirin, ji dema bilêvkirina peyva ‘Kurdistan mêtingeh e’ û vir ve li dijî mêtingeriyê şerê azadiyê tê meşandin. Bi taybetî hûn ji nêzîkatiya ku jinê bêstatu dihêle aciz bûn, bi hêrs bûn. Jiyan bê jinê nabe. Eger wateya jiyanê jin be, wê demê jin beriya her tiştî tê.

We got, jin a azad welatê azad e, mêr ê azad e. Bi vê felsefeyê we jin jinûve vejand û bi xwe hesand. Li nava refên PKK’ê mezin bû, şer kir, bedew bû, bi hêza xwe şer dike. Me jî rastiya xwe kêm jî be di rastiya we de dît. Jinên ku nedikarî biaxive îro têkildarî siyasetê li dora maseyê rûdinê û li ber dinyayê radibe. Bi sekna xwe ya radîkal, begên teslîmî zîhniyeta feodal bûne ji bo maseya azadiyê vedixwîne.

BI RÊYA ÇALAKIYA XWE DIXWAZIM REXNEDAYINA XWE BIXIM MERIYETÊ

Serokê min,

We em gelekî meraq kir û bendewariya we ji me heye. Ez dixwazim bersivê bidim va. Meraqa we ya ji bo me rêya me ronî dike û dibe çavkaniya moralê. Vegotina mirovekî weke we yê mezin zehmet e. Jiyana bi hesreta we jib o min rewşeke îdeolojîk e. Ji ber ku hin kêlî çê dibin ku bêrî dikim, lê difikirim. Dema ku xwe dinirxînim hingî ev dibe îfadeya gelek tiştan. Bi taybetî dewamkirina dîlgirtina we ji bo min ji kêliyên herî dijwar e. Weke şexsekê, ji ber ku di wezîfeyên we dane min de hîn negihîştime asta tê xwestin, li pêşberî we ji dil dixwazim rexnedayina xwe bidim.

Ji ber tecrîdkirina we min gelek rexnedayina xwe da. Bi rêya vê çalakiya xwe dixwazim rexnedayina xwe bixim meriyetê. Xwedîderketina li nirxên we, xwedîderketina li armanca kurdistana azad a şehîdan, hêviya herî mezin a gelê me ya ji bo we ye. Bersiva şehîdên me yên leheng ew bû ku ji bo Rêbertî, ji bo gelekî azad, ji bo welêt li dijî faşîzmê xwe feda kirin. We yên mîna Sema, Zîlan, Viyan, Mazlûm, Çaran, Arîn, Zinar, Êrîş, Andok û Doga ji tunebûnê afirandin.

Serokê min ev hewldaneke hestawarî nîne. Kurdistana azad ku xeyalê we ye di nava çanda destavêtinê de ye, dayikên me yên aştiyê her roj li naverastê têne binpêkirin, destdirêjî li keç ên ciwan tê kirin. Li pêşberî van hemûyan dixwazim deynê xwe bidim. Hezkirin, silav û hesreta xwe ji Rêberê xwe re dişînim ku yê herî nêzî min e lê gelekî dûrî min e.

JI GELÊ XWE YÊ BI DILÊ TOLHILDANÊ…

Beriya her tiştî ji ber ku ji bilî vê çalakiyê nikarim tiştekî mezintir peşkêşî we bikim, rexnedayina xwe didim. Weke keçeke we ya ciwan, diviyabû min mîsyona ku Rêber Apo da min ne bi çalakiyekê, lê belê bi serketinên mezintir derketibûma pêşiya we. Ev ne hewldaneke biçûk e, lê belê we dixwest ji aliyê fîzîkî ve ne dûrî Rêber Apo bin, bêhtir nêzî wî bin. Û hûn her roj bi vê xewn û xeyalê radibin. Mijara ku Rêbertî rexne dike ew e ku eger hevrêtî xurt bûya dibe ku niha sîstema Îmraliyê hatibûya hilweşandin û Rêbertî di nava we de bûya. Lê belê vê yekê weke qederekê nenirxînin. Divê li her qada berxwedan û azadiyê navê Rêber Apo hebe. Beriya her tiştî xwe di nava îdeoojiya Rêber Apo de ava bikin, perwerde bikin, bi rêxistin bikin. Dema ku we ji hev derxist û fêm kir ku çiqasî êşê dikişînin, hatine tepisandin, tên qetilkirin, tên kolekirin, dema ku we rastî û derew, şaşitî û rastî, xizan û dewlemend, destjêberdan û berxwedan, koletî û azadî, jin û mêr, jiyana xwezayî û jiyana li nava kapîtalîzmê ji nava hev derxist, hingî hûn ê xwe bêhtir nêzî Rêber Apo bibînin.

Îdeoojiya Rêber Apo wiha ye. Afirandina jin a azad, welatê azad, gelê azad, mêr ê azad e. Avakirina jiyaneke demokratîk e. Gelê Kurd piştî pêngava PKK’ê li ber xwe da û bû xwedî hişmendiyekê. Lê belê ev yek li dijî sîstem û zîhniyeta heyî têrker nîne. Şerê li Rojhilata Navîn herî zêde bandor li gelê Kurd kiriye. Ji ber vê yekê herî zêde gelê Kurd wê li dijî sîstemê şer bike. Wê pêşengiyê ji hêzên azadîxwaziyê re bike. Rojhilata Navîn çiqasî bi dewlemendî û pîrozmendiyên xwe bê bîranîn, ewqasî jî feodal e, desthilatdarî lê serdest e. Rêya jiholêrakirina vê yekê jî Rêber Apo ye. Bi rengekî qederperestî û hestewarî nêzîk nebin. Ev nêzîkatî wê we negihîne çareseriyekê. Hûn jî dibînin û dijîn, dewlet bi taybetî jî dewleta Tirk bi çi rengî zarokên we bi saxî vedişêrin.

Nikare bi PKK’ê, dixwaze hêrsa xwe ji gel derxîne. PKK li nava gel bi rêxistin bû û ji bo gel şer dike. Rêbertiya partiyê ne tenê ji bo Kurdan ji bo her kesên sîstemê qebûl nakin dest pê kir. Ji bo jiyaneke demokratîk a li Kurdistana azad emrê xwe feda kir. Ji bo rastiya dîrokî raxe pêş çavan hîn jî li zindanê vê têokşînê û berxwedanê kêlî bi kêlî dimeşîne, wezîfeya xwe ya Rêbertiyê bi cih tîne. Vê seknê her tim hêza me xurtir kir. Bedenên mirî ji nû ve zindî kir. Mizgîniya dîroka windabûyî da zîhniyet û serweriya pênc hezar salî.

Ji bo xwedîderketina li vê mîrateyê em hêza xwe bikin yek û şerê xwe geş bikin. Hêrsa xwe ya li dijî dîlgirtina Rêber Apo bikin bombe û di mejiyê dijmin de biteqînin. Niha dem dema wê ye. Her roj û sala ku li bendê bimîne ji emrê Rêber Apo diçe. Wezîfeya me hemûyan e ku niha dest bidin hev, dilê xwe bixin nava kulma xwe û tecrîdê bişikînin. Netirsin, dijmin çiqasî êriş dike, zanibin ku ewqasî ditirse, wê bikuje, biavêje zindanê, bide koçberkirin, çi jê bê wê bike, lê belê divê em baş zanibin ku ji ber ku xwedî îdeolojiyeke bingehîn nîne wê li cihekî bisekine.

Hêviya me ji her demê bêhtir e, em hîn bêhtir nêzî azadiyê ne. Weke keçeke Kurd bi we serbilind im. Ji bo bibim hêjayî we ez ê hewl bidim çalakiya herî baş û bi bandor bikim. Çavê zarokên biçûk maçî dikim, li pêşberî mezinan bejna xwe ditewînim, hezkirin û silavên xwe dişînim. Ji we hemûyan re serketinê dixwazim.

JI HEVRÊYÊN XWE YÊN JIN Û MÊR RE…

Beriya her tiştî ketim bin bandora pîvan, nirxên hezkirinê û hevrêtiya PKK’ê û Rêber Apo. Dikarim bêjim ku di pîvanên hevrêtiyê de hem xurt bûm, hem jî pê ve dilsoz bûm. Li nava refên PKK’ê eger mirovên herî ketî jî ji nû ve tê afirandin û bilindkirin, ji wan şervan û fermandarên herî baş tên avakirin û heta dilopa dawî ya xwîna xwe bi lehengî şer dikin û şehîd dibin, hingî hevrêtiya herî bilind û pîroz ev e. Rêber Apo ji bo vê rêxistinê got rêxistina şehîdan e. Rêxistina me hebûna xwe bi xwînê, bi bedenan ava kir. Afirandina hevrêtiya rastî zehmet e, ji ber ku bûyereke îdeolojîk e. Eger em ji aliyê felsefîk, îdeolojîk û 24 saetan bi Rêber Apo re nejîn nikarin bibin hevrê. Ne dikarin ji bo xwe, ne jî ji bo gel, Rêbertî û şehîdan bibin bersiv.

Hevrêtiya me sekneke ji rêzê qebûl nake. Ji ber ku jiyaneke me heye ku bi kedeke mezin hatiye afirandin. Em jî dikarin ji rêzê bijîn, lê belê ji bo jiyaneke azad pêwîstî bi mirovên azad û hevrêtiyê heye. Ji ber ku partiyeke azad e, cihê mirovên qirêj, serdest, desthilatdarîperest, kevneşop û kole nîne. Rêber Apo banga jiyana demokratîk ne tenê li ciwanên Kurd dike, her wiha li hemû ciwanên di nava asîmîlasyonê de dihelin dike. Û pêl bi pêl di nava vê rêya ronakbîriyê de rastiya xwe dibînin. Bi taybetî zext li jinan hatiye kirin, li Rojhilata Navîn rastiya jinê hatiye berevajîkirin, hatiye bêbandorkirin. Tenê ji aliyê fîzîkî ve hebûna xwe parastiye û ev yek jî weke hebûneyek heram hatiye nirxandin.

Piştî pêngava Rêberê me, bi pêşengiya Azîmeyan, Sarayan, Besêyan, Bêrîtanan, Zîlanan, Delalan û herî dawî Çîçekan, tevgera jinê bûye destan. Beriya avabûna partiya me li Kurdistanê qala azadiya jinê nedihate kirin, jin mîna ku tune bû. Tenê weke xizmetkara mêr bû. Eger îro li nava partiya me jin gihîştibe vê astê ev yek bi keda Rêber Apo û şehîdan bûye. Ji ber vê yekê berpirsyariya me gelekî zêde û giran e. Ev jiyan rastî me hatiye kirin, bi xwedîderketina li vê jiyanê, li Rêbertî û gelê me, çalakiya herî mezin e ku pê bersiv ji dijmin re bê dayin.

Hevrêyên min ên hêja;

Weke ku min destpêkê jî got, hebûna min bi sekn û hevrêtiya Rêber Apo afiriye. Eger min hin heval bi gotinên xwe şikandibe jî piştre timî li ber ketime. Ji ber ku ji bo vê yekê mafê me nîne. Mafê me ye ku em hev biafirînin. Em li dijî zîhniyeta bi serweriya mêr şer dikin. Divê mêr jî bikevin nava vê hewldanê, ne tenê jin kole ye, mêr jî kole ye. Ji ber vê yekê li nava refên PKK’ê em kêmasiyên xwe çareser bikin û bibin piştevan. Ji bilî Rêber Apo kesekî me nîne. Her kes dijminê me ye. Wê demê divê em jî bikevin nava hewldana afirandina hevrêtiya herî baş û pîroz. Di platforman de her tim rexneyên; ji aliyê îdeolojîk ve divê xwe biafirîne, li dijî zîhniyeta bi serweriya mêr şer bike, dest ji safbûnê berde, ûslûba xwe sererast bike û gelek rexneyên bi vî rengî hat ku li ser kûr bûm û min pê xwe guhert. Ev jî rastiyeke ku nikarim bêjim min bi temamî çareser kiriye. Bi rexnedayinê mirov soza wê dide û ji bo bicihanîna vê sozê jî ez ê hevrêtiya xwe bikim. Hem li pêşberî zayenda xwe hem jî li pêşberî zayendê li hemberî xwe ez ê bibim xwedî sekneke îdeolojîk. Eger min bêhurmetî li we kiribe, ji dil rexnedayina xwe didim. Ji bo bibim hêjayî Rêberê xwe, gelê xwe û şehîdan ez îdîaya xwe diparêzim.

JI MALBATA MIN A WELATPARÊZ RE KU ÊŞ KIŞAND: RÊBERTÎ BIXWÎNIN, BIDIN XWENDIN

Beriya her tiştî bawer dikim ku hûn ê vê çalakiya min fêhm bikin, ji we bawer dikim. Min bi xwe biryara vê çalakiyê da û dixwazim bi îradeya xwe pêk bînim. Weke ku hûn jî zanin partiya me bi ruhekî fedayî tevdigere, li ku kêmasî hebe li wir pêşketinê dike û dixwaze valahiyê dagire. Li dijî kêmasiyên vê demê, li dijî tecrîda li ser Rêbertî, li dijî komkujiyên ku li hemberî gelê me hatine kirin, wezîfeya me Apoyiyan e ku vê valahiyê dagirin. Weke milîtaneke PAJK’ê dixwazim bibim xwedî vê mîsyonê. Dixwazim ku hûn çalakiya min fêhm bikin û bi hestewarî nêzîk nebin. Eger hûn ê bi hestewarî nêzîk bibin, hingî daxwaza min ji we ew e ku van hestên xwe têbigihêjin.

Eger mirov bêhest be, hingî ji civakê, exlaqê û ji mirovahiyê qut dibe. Ez nabêjim bêhest bibin. Dibêjim nebin hestewar. Ji bo hînbûna hest, çand, ol, mezheb, exlaq, bedewî û wekheviya civakî pêşniyarê li we dikim ku Rêber Apo hem bixwînin hem jî bidin xwendin. Mîna her malbateke Kurd hûn jî di nava gefên dijmin, revandin û zextên cezakirinê de mezin bûn. Kîn û hêrsa we ya li dijî dijmin herî kêm bi qasî ya min zêde ye. Bi vê çalakiya min re wê dijmin zextê li we bike. Lê belê ti carî dest ji hewldan û welatparêziya xwe bernedin. Xwe baş birêxistin bikin û bi ser dijmin ve biçin. Dijmin gelekî ji we ditirse, bi hêza xwe piştrast bin. Tolhildana xwe radestî kesî nekin. Ji bo şoreşê pêwîstî bi me hemûyan heye. Ez bi dilsoziya we piştrast im, lê belê tenê bi xwe bi sînor nemînin.

Ji bo şoreşê gelek kar hene û ji bo kirina vî karî jî pêwîstî bi rêxistiniyê heye. Hûn bi rêxistinî nêzîk nabin. Ji ber vê yekê temenê we di zindanan de derbas bû. Gelo hûn li ser vê mijarê qet fikirîn, li ser vê mijarê kûr bibin. Vê mijarê di nava malbatê de bikin mijara perwerdeyê. Divê hûn hîn bêhtir tirsê bixin dilê dijmin. Dibe ku we ceza bike, kontrol bike û yên herî biçûk jî bixe zindanê. Lê netirsin. Rêber Apo wiha got, yên xwe feda dikin dixwazin bixin zindanê. Di mînaka zindanê de Sema, Sara, Mazlûm, Kemal, Çaran li zindanê ne tenê li ber xwe dan, her wiha mezin bûn. Ji zindanan netirsin, ji koletiyê bitirsin. Koletî mirovan diqedîne ne zindan. Eger ji malbatên welatparêz netirsiyabûya ewqasî pê ve mijûl nedibûn. Paşeroja we astengiyeke li pêşiya dijmin. Ji bo azadiya we gaveke serketinê ye. Li xwe baş binerin, ji we hemûyan hez dikim û hezkirinên xwe ji we re dişînim. Yên min nas dikin û yên nas nakin, çavê biçûkan, destê mezinan maçî dikim. Silavên xwe dişînim.

Silav û hurmetên şoreşgerî

12’ê Sibata 2020’î

Sema Koçerîn

SERHED”