Di dîroka gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurdistanê de, meha Gulanê xwedî wateyekî xwe ya cuda ye. Di meha Gulanê de bi dehan qehreman û  şoreşgerên Kurd şehîd bûne û canê xwe fada kirine. Li Rojhilatê Kurdistanê jî meha Gulanê weke meha şehîdan tê nakirin.


Li Rojhilhatê Kurdistanê piştî şoreşa gelên Îranê, demekê bêdengiya siyasî û xebata şoreşgerî hebû. Bi belavbûna felsefeya Apoçî careke din xebat û têkoşîna şoreşgerî li Rojhilatê Kurdistanê zindî bû. Lê, desthilata Îranê vê felsefe û fikrê hezin nakir û dest bi êrîşan kir.

Piştî damezirandina Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) û li Rojhilatê Kurdistanê geşbûna têkoşîna azadiyê  bi sedan ciwanên leheng ên Kurd beşdarî nava refên gerîla bûn. Ji derveyî vê bi hezaran kesî piştî naskirina felsefe û fikrên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest bi xebata azadîxwaz û sivîl kirin û li hemû cihan belav bû. Lewma rejîma Îranê hest bi metirsiyê kir û dest bi êrîşên li ser vê xeta ku armanca wê azadiya hemû gelane  kir.

Di roja 9’ê Gulana sala 2010 an de ku di bîra hemû gelê Rojhilatê Kurdistanê maye, 4 lehengên Kurd ên bi navê  Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî, Elî Heyderiyan û Şîrîn Elemholî, li gel têkoşrek din ê Îranê Mehdî Îslamiyan di girtîgeha Ewîn a Tehranê de ji aliyê rejîma Îranê ve hatin darvekirin.

Bi belavbûna nûçeya darvekirina van têkoşer û şoreşgeran re, li Îran, Rojhilatê Kurdistanê û cîhanê çalakiyên nerazîbûnê destpê kirin. Di encamê de li Rojhilatê Kurdistanê greva giştî destpê kir.

Ev darvekirin li Îranê jî rastî bertekên civakî hatin. Weke mînak, Siyaestmedara Îranê  Zehra Rehnewerid ku niha li mala xwe de tecrîdkiriye, helbestvanê naskirî yê Îranê Sîmîn Bihbehanî jî di nav de ji bo Ferzad û hevrêyên wî helbest û nivî nivîsandin. Di heman demê de stranbêj û hunermendên Îranê piştî darvekirinê li ser têkoşîna wan çend berhem pêşkêş kirin. Herwiha bi dehan nivîskar û kesayetên din li şûna Ferzad Kemanger nivîsandin û wergerandin zimanên din jî.

Li berdewama bertekên li dijî darvekirinê de UNSCO jî di raporek xwe ya taybet de li ser zextên hikûmeta Iraqê ya li dijî perwerdeyê bal kişand li ser darvekirina Ferzad Kemanger û darvekirin şermezar kir. Yekîtiya Ewropa (YE) jî darvekirin şermezar kir û Rêxistina Mafê Mirovan jî weke mamostayekê Ferzad Kemanger bi bîr anî.

Her wiha di vê çarçoveyê de komekî ku xwe bi endamên Partiya Komunîst a Karkeran da naskirin êrîşî konsolosxaneya Îranê ya li paytexta Berîtanya ya Londonê kir. Li Parîsê jî êrîşî balyozxaneya Îranê kirin. Herwiha li washingtonê, Aslo û hin bajarên Ewropa nerazîbûn nîşandan û balyozxane û konsoloxaneyên Îranê rastî kîna gel hat.

Li seranserî Kurdistanê li hemberî kiryarên hovane yên rejina Îranê gel dakete qadan û xwepêşandan kirin. Li bajarê Silêmaniyê çalakiyek nerazîbûnê pêk hat. Li Bakurê Kurdistanê jî xelk heta sînor meşiyan. Li piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê çalakiyên nerazîbûnê pêk hatin. Bi destwerdana hêzên ewlehiyê de alozî derketin û bi dehan kes hatin binçavkirin.

Federasyona Mamostayan a Cîhanê roja darvekirina Ferzad Kamanger weke rojek karasatbar ji bo mamoata, çalakvanên karker û mafên mirovan bi nav kir. Yekîtiya Mamosta Siwêdê jî bi heman awayî çalakiyek şermezarkirinê kir. Hewiha Partiya Kesk a Fransa jî bi daxuyaniyekê ew darvekirin şermezar kir.

Kurteyek ji  jiyana wan şehîdan

Ferzad Kamanger

Ferzad Kamanger di sala 1976’anb de li bajarê Kamyaran a ser bi Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. Endamê Meclîsa Sendîkaya Mamostayên û endamê Rêxistina Jîngehparêz a Ask bû. Herwiha bi navnavê Siyamend di Kovara Royand de nivîs dinivîsî. Herwiha çalakvanekî naskirî yê mafê jinan bû. Di meha Tebaxa sala 2006’an de li Tahranê li gel du hevalên xwe hate girtin. Di sala 2008’an de bi sûcdariya endamê Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) ye ji aliyê Dadgeha Şoreş a Îranê ve cezayê darvekirinê lê hate birîn. Di 9’ê Gulana 2009’an de li Tehranê li gel 4 hevrêyên xwe hate darvekirin.

Piştî şoreşa Rojavayê Kurdistanê weke bîranîna wan şoreşgeran, Akademiya Ferzad Kemanger hate avakirin. Herwiha li Bakur jî piştî qonaxa aştiyê, yekemîn dibistana taybet a Kurdî  bi navê ‘Şehîd Ferzad Kemanger’ hate bi nav kirin.

Şehîd Ferzad Kemanger di girtîgehê de çend name nivîsin. Ferzad Kemanger di nameyekî xwe de wiha behsa mamostatiya xwe dike; “Gelo bûyîna mamoste û ji masiyên biçûk ên vî welatî re riya diçe deryayê nîşandan, gengaze? Ma çi ferqa wan heye ku ji Arazê bin, ji Karûnê bin, ji Sîrwanê bin, an jî ji Serbazê bin? Ma çi ferq heye ku dema armanca me derya û yekbûn be, pûsûlaya me jî roj be. Ma çi girîngiya xwe heye dawiya me zindan be!”

Şîrîn Elîmholî

Şîrîn Elîmholî di sala 1981’an de li  gundê Dêmkişlak’ê  yê bajarê Mako yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. 7 bira û 2 xwişk hebûn. Di sala 2006’an de beşdarî nava refên gerîla bû. Di 25’ê Nîsana 2008’an de li Tehranê hate girtin û di roja 9’ê Gulana 2010’an de hate darvekirin.

Şehîd Şîrîn li girtîgehê li dijî êşkencekirinê dest bi grevê dike û 22 rojan berdewam dike, heta ku sewqî qawîşa 29’an a jinan a Girtîgeha Ewîn a li Tehranê dikin. Piştî 6 mehên êşkenceyê dibin beşa jinan a heman girtîgehê. Di 19’ê Kanûna 2009’an de bi îdiaya endama Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) cezayê darvekirinê lê tê birin. Tevî ku li dijî vê biryarê kampanya îmzeyan hate destpêkirin, lê dîsan hate darvekirin.

Ferhad Wekîlî

Ferhad Wekîlî di 23’ê Gulana 1966’an de li bajarê Sine ji dayik bûye. Kurê Şerîfe û Mihemed Seîd bû. Zanîngeh qetandîbû. Bavê sê zarokên bi navê Hengame, Hewram û Hewraz in.

Di salên ciwantiyê de dest bi karên civakî û siyasî ji bo riya azadiya Kurd û Kurdistanê dike. Ji ber van kar û xebata xwe di 2006’an de  li cihê kar (Saziya Ziraetê ya Sine) j aliyên hêzên Komara Îslamî ya Îranê ve hate giritn.