Arîn Mîrkan ku li dijî çeteyên DAÎŞ’ê tevlî berxwedana dîrokî ya Kobanê bû û bi çalakiya fedayî navê xwe li cîhanê belav kir, bû sembola berxwedan û fedakariyê.

Rojnamevan Rûken Cemal û Endama Navenda Çapemeniyê ya YPJ’ê Rejîn Lezgîn qala şervana YPJ’ê Arîn Mîrkan kir, ku di şerê Kobanê yê dijî çeteyên DAÎŞ’ê de bi çalakiya xwe ya fedayî bûm sembol.

Rojnamevan Rûken Cemal bi bîr xist ku dema Kobanê tê gotin di heman demê de navê Arîn tê bîra her kesî û got, “Şensê min çêbû ku Arîn Mîrkan bibînim. Dema ku min ew dît ciwan bû. Ji xwe wêneyekî xwe yê wê demê heye, bi sekna xwe ya bi heybet nîşan dide ku jineke çiqasî xurt e. Her şervanên ku Arîn dîtiye, dema qala wê dikin dibêjin, şervaneke bi coş, kelecanî û hîperaktîf bû.”

‘KES JI ME NIKARE BERXWEDANA KOBANÊ JI BÎR BIKE’

Rûken Cemal destnîşan kir ku kes ji wan nikare berxwedana li Kobanê ji bîr bike û got, “Dema ku mirov dikevin nava kolanên berxwedanê yên Kobanê, her ku gavekê diavêjin, dibînin ku bi çi rengî berdêl hatine dayin. Mirovên li wê derê dema me dibîne yekser qala wê demê dikin. Qala destanên berxwedanê yên Arîn Mîrkan, Rêvan Kobanê, Zehra Penaber û Destîna Qendîlan dikin. Ji ber ku Rêvan Kobanê xwe di nava komek ji çeteyan de teqand. Destîna tevî komek ji hevalên xwe li avahiyekê berxwedaneke mezin nîşan da. Piştî ku çeteyan fêhm kirin ku nikarin li hemberî wan şer bikin, avahî bi temamî teqandin. Kobanê bi vî rengî hate rizgarkirin.

Çar parçeyên Kurdistanê, tevahiya cîhan ji bo Kobanê rabûn ser piyan. Ev yek nîşaneya berxwedana destanî ya jin û mêr ên leheng in.

Di ser êrişên dagirkeriyê yên dijî Serêkaniyê, Girê Spî re salek derbas bûn. Lê belê ruhê Arîn Mîrkan bi Dilvîn Qamişlo, Nûhal, Zîn û Savûşka dîrok ji nû ve dubare kir.

Hevrîn Xelef bû sembola têkoşîna vê demê. Bi xwînxwarî ew qetil kirin. Dayika Aqîde û gelek mirovên din bedenên wan parçe parçe bûn.

Bi karê xwe, bi dîmen, vegotin û nivîsên xwe em hewl didin êşa hatiye kişandin, bedewî û berxwedana hatiye nîşandan ji cîhanê re ragihînin. Ev yek wê armanca me ya herî mezin be.”

JINÊN CIWAN JIYANA ARÎN JI XWE RE DIKIN ESAS

Endama Navenda Çapemeniyê ya YPJ’ê Rejîn Lezgîn jî diyar kir, ku dema mirov tevlî nava refên YPJ’ê dibin, ya ku destpêkê meraq dikin ew mirov in ku xwe bi felsefeya azadiyê kirine yek û got, “Lêgerîna min a destpêkê naskirina mirovên ku felsefeya azadiyê xistine meriyetê. Li her devera ku em diçûn, hevalan qala Arîn dikirin. Meraqa min a li Arîn bi vî rengî dest pê kir. Piştre min derfet dît ku hevala Arîn bibîne. Rûyê wê nas nekim jî ji vegotinên hevalan dihate fêhmkirin ku Arîn miroveke bi coşi kelecanî û xwedî nêzîkatiyeke germ a hevrêtiyê bû. Dema ku karek dikir bi kelecanî dikir, ev yek li derdora xwe jî belav dikir.

Di tîma hevala Arîn de 4 hevalên jin hebûn. Lê belê wê dixwest zêdetir be. Ji bo wan nas bike, henekan bi wna re bike, aliyên cuda yên jiyanê nas bike, hejmara 4 hevalên jin têrê nedikir. Tevî vê yekê jî hêza wan 4 kesan têra 10-20 kesan dikir. Kar biçûk, mezin, hêsan, zehmet jî bûya wê dixwest pêşengiyê jê re bike. Lewma hevlaa Arîn fedakar bû, bê hesab bû bê berjewendî bû. Di heman demê de kûrbûneke mezin pê re hebû. Kesayetiya milîtaniya şoreşger di kesayetiya xwe de dabû rûniştandin.

Pêvajoya êrişa li ser Şengalê bû. Ji radyoyê bihîstibû û nûçe timî dişopand. Rojeva xwe, nîqaşên xwe hemû li ser vê bû. Dibe ku ew bi xwe ne li Şengalê bû, li herême cuda bû, lê belê li cihê ku lê bû dixwest hêzê bide Şengalê. Pêvajoya seferberiya Kobanê dest pê kir. Hevala Arîn destpêkê xwe pêşniyar kir. Di vê mijarê de gelekî israr kir û tevî komek ji hevalan derbasî Kobanê bû. Piştre şensê min çêbû ku derbasî Kobanê bibim. Hevala Arîn çalakiya xwe kiribû û şehîd bûbû.

Çalakiya hevala Arîn rewşa şerê li Kobanê nîşan da, serketin misoger kir. Ciwanên ^ro tevlî dibin, bi taybetî jî jin jiyana Arîn ji xwe re dikin esas.”