Leşkerên artêşa Tirk a dagirker ku gundê Çemê Elika dorpêç kirin, alaya tirk li mizgeft, dibistan û mala şînê daliqandin. Şêniyê gund got: “Leşkeran gund dagir kiriye. Dengê me ragihînin. Rewşa me nebaş e.” 

Walîtiya devleta Tirk a dagirker li Amedê di 4’ê Cotmehê de li 65 gund û mezrikên navçeyên Licê û Hênê ya Amedê qedexeya derketina derve îlan kir. Di çarçoveya vê qedexeyê de li herêmê operasyona leşkerî dest pê kir û operasyon hîn jî didome. Tevî operasyonê bi rojan e leşker gefan li gundiyan jî dixwin. Hat destnîşan kir ku operasyona li gundê Çemê Elika, Şenlîk û Akçapinarê dijwar bû û li ge vê leşkeran gef li gundiyan xwar. Leşkeran gundê Çemê Elika dorpêç kir û têketin û derketina gund girtin. 

Şêniyekî gundê Çemê Elika bi telefonê li ajansa me geriya û got, leşkeran li gund alaya tirk li mizgeft, dibistan û mala şînê daliqandiye û di wesayîtên zirxî de stranên nîjadperestiyî lê dixin. Şêniyê gund, bilêv kir ku leşker davêjin ser gundan û heta niha 2 jin hatine binçavkirin. Şêniyê gund got: “Rewşa gel nebaş e. Leşkeran gund dagir kiriye. Dengê me ragihînin. Sixêfan dibêjin û heqaretê dikin. Dengê me ragihînin. Rewşa me nebaş e.”