DEM Partî ya Amedê, li ber avahiya bajêr serketina di hilbijartinên 31’ê Adarê de pîroz kir.

TJA, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Hevşaredarên Amedê Serra Bûcak û Dogan Hatûn, Berdevkê HDK Cengîz Çîçek û Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar tevlî pîrozbahiyê bûn.

Di destpêkê de Hevşaredara Amedê Serra Bûcak û Dogan hatun axivîn û gel silav kirin.

Piştre parlementerê Amedê Serhat Eren axivî û got: Em duh li Wanê bûn. Me silavên wan yên berxwedanê anîn. Ez ji Amedê heya Enqerê, ji Şirnexê heya Îzmîrê berxwedana gelê Kurd silav dikim.

Eren, ji pirtûkên Abdullah Ocalan parçe jî xwendin.

Piştre, di çarçoveya rojbûna Rêber Abdullah Ocalan de nivîsa li ser “jinûve vejîn” jî xwend.

Dema nivîs hat xwendin girseyê tim dirûşmeya “Bijî Serok Apo” berz kir.