Amedekariyên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yên ji bo hilbijartina rêveberiyên herêmî ya 31’ê adara 2024’an berdewam in.

Dema serlêdanên ji bo bernamzetiya hevşaredarî, endamtiya meclîsên şaredariyê û meclîsên giştî yên bajar îro bi dawî dibin.

Piştî ku pêvajoya serlêdanan bi dawî bû, dê di rojên ewil ên meha çile de li bajar û navçeyên ku partî lê yekemîn û duyemîn derketî sindoq bên danîn. Bi vê yekê re dê namzet bi pêşhilbijartinê bên diyarkirin.

Tê payîn ku li nêzî 200 navendan pêşhilbijartin bê lidarxistin.

Piştre jî navê namzetan bi raya giştî re bê parvekirin.