Du dijberên şer ji ber ku Rheinmetall ji ber biryara hilberîna panzeran a ji bo rejîma Erdogan şermezar kirin, bi 15 hezar Euro cezayê pereyan hatin cezakirin. Aktîvîstên naxwazin ceza bidin, mijar birin ber destê dadgeriyê.

Piştî ku Şerê Duyemîn ê Cîhanê qediya û faşîzma Hîtler bi rengekî fermî têk çû, 8’ê Adarê li Elmanyayê weke ‘Roja rizgariya ji faşîzmê’ hate pîrozkirin. Par di 8’ê Adarê de gelek saziyên civaka sivîl û komên dijberê biçekbûnê li hev civiyabûn û xwepêşandanên protestoyî li dar xistibûn. Yek ji saziyên ku hatin şermezarkirin şîrketa Rheinmetall bû ku di dema dagirkirina Efrînê de piştevanê herî mezin ê çekan ê ji bo dewleta Tirk bû.

Yek ji xwepêşandanên protestoyî di dema civîneke Rheinmetallê ya bi payedarên xwe re li Berlînê li Maritim Hotelê dikir, pêk hatibû. Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa “Panzerên Elman ji Kurdistanê bicehimin” hatibû vekirin û hevkariya dewleta Elman a bi rejîma Erdogan re hatibû şermezarkirin. Koma girseyî bi alên YPG û YPJ’ê ber bi otelê ve dest bi meşê kiribû.

Bi hinceta ku pankarta bi nivîsa “8’ê Gulana 1945’an – Doh mîna îro, şer li vir dest pê dike” li ber deriyê bingehîn ê otelê vekirin, piştî du salan daxwaza 15 hezar Euro ji du dijberên şer tê kirin. Ji bo sedema vê yekê jî hate îdîakirin ku bi vekirina pankartê re civîna Rheinmetallê hatiye derengxistin û bi vî rengî xisara madî lê bûye. Berevajî îdîaya Rheinmetallê, polîsan êrîş biribûn ser çalakgeran, li wan dabûn û pankart bi zorê ji wan standibûn.

BANGA PIŞTEVANIYÊ YA BERIYA DOZÊ

Her du dijberên şer ên ji Frankfûrtê diyar kirin ku wê wî pereyî nedin û mijar birin ber destê dadgeriyê. Rûniştina destpêkê ya dozê wê 18’ê Adarê roja Duşemê li Dadgeha Herêma Berlînê pêk were. Çep ên Têkoşer (Interventionistische Linke) beriya dozê bang li dijberên şer hemûyan kir ku piştgiriyê bidin hevalên wan ên doz vekirine.

Di dewama bangê de hat egotin, “Em ji cezayên ku dewleta Elman dibire natirsin. Ji ber ku çekan difiroşe rejîmên dîktator ên Tirikye û Erebîstana Siûdî, em ê çalakiyên xwe yên protestokirina Rheinmetallê bidomînin.” Hate ragihandin ku çalakiya protestoyî ya di dorê de 28’ê Gulanê pêk were.

Dîmenê xwepêşandanê: