Serokê berê yê CPT Prof. Maûro Palma, 3 caran li Girtîgeha Îmraliyê serdana Rêber Apo kiriye, tevlî Medya Haber bû.

Li ser taybetmendiyên girtîgeha Îmraliyê Profesor Maûra Palma wiha got:

Di nava panorama girtîgehên Ewropayê de mînakek weke Girtîgeha Îmraliyê nîne. Yekane girtiyê herî zêde li vê girtîgehê hatiye hiştin Abdullah Ocalan e. Di encama serdanên me yên weke Konseya Ewropa, CPT de, me ji rayedarên Tirk re got, tecrîdeke bi vî rengî bi demdirêjî nabe. Li Îmraliyê girtîgeheke biçûk a tîpa F hate avakirin.

Li Îmraliyê tevî Ocalan 4 girtî hene. Lê ev rewş taybetmendiya îstîsnayî ya Îmraliyê ji holê ranake, ji ber ku malbat û parêzer nikarin bi hêsanî xwe bigihînin Îmraliyê, nexasim di zivistanê de.

Em timî bi helîkopterê diçûn Îmraliyê. Rewşa Îmraliyê bi serê xwe pirsgirêk e.

Serdan di rojên diyarkirî de çêdibûn, dema pêlên deryayê bilind dibûn, yan jî ji ber sedemek din, rojên din diçûn, carna jî em hefteyekê disekinîn.

Ev pîvanên Konseya Ewropayê ku ji bo girtinê diyar kirin û dibe sedema îzolasyona demdirêj nayê qebûlkirin.

Zêdekirina hejmara girtiyên li Îmraliyê ji kesekî heta 5 kesan, ji aliyê başkirina mercên Îmraliyê ve berpirsyariya rayedaran naguherîne.

Birêz Abdullah Ocalan, di nava hefteyê de heta astekê dikare têkiliyê bi girtiyên din re dane.

Ew jî ne di demên îzolekirî de. Têkiliyeke sînorkirî ya bi mehkûmên din re nabe weke sosyalbûyînê bê pênasekirin.

Li gorî Pîvanên Girtîgehan a Ewropa ku Tirkiye jî parçeyek jê ye, têkiliyeke sînorkirî ya bi mehkûmên din re karekî sosyalbûnê nîne.

Dema ez li ser kar bûm, min serdana Îmraliyê kir, têkildarî mercên birêz Abdullah Ocalan, du an jî 3 mijarên taybet hebûn.

Yek ji wan girtina birêz Abdullah Ocalan bû, yanî îzolasyona mutleq bû û nayê qebûlkirin.

Di serdanên min a yekemîn û duyemîn de, di mijarên girîng de rewşa tenduristiya Ocalan hebû, diviyabû kontrolên tibbî hatiban kirin û hevdîtin bi doktorên cuda re bihata kirin.

Mijareke din a girîng jî; personelên girtîgehê bi ti awayî bi Abdullah Ocalan re nikarîbûn biaxivin.

Ya sêyem jî astengkirina mafê Abdullah Ocalan ê radyo, yan jî televîzyonê bû.

2012’an herî dawî dema min serdana Ocalan kir, televîzyona wî tune bû.

Nizanim bê niha heye yan na. Televîzyona girtiyên din ên li girtîgehê hebû, lê ya wî tenê radyoyek bi qenaleke bi tenê hebû.

Maûro Palma da zanîn CPT û organên din ên Konseya Ewropa di mijara mercên girtîhiştina Ocalan de helwesteke şênber nîşan bidin û wiha domand:

Di nava mercên heyî de ku hevdîtina bi parêzeran re jî di bin kontroleke giran de ye, ne hêsan e Ocalan, ji bo çareseriya mesela Kurd li girtîgehê bi rola xwe rabe.

Azadiya Ocalan di çareseriya meselê de wê roleke girîng bilîze.

Lê nabe mirov çareseriya mesela Kurd tenê weke azadiya Ocalan bibîne.

Bi dîtina min Ocalan di vê mijarê de gelekî zelal e. Me bi wî re, li ser siyasetê ne diaxivîn, zêdetir li ser jiyana li girtîgehê û hin tiştên bi wî rengî pêre diaxivîn.

Li ser CPT jî Maûra Palma wiha got:

2008’an jehrîkirina Ocalan ketibû rojevê. CPT li laboratûwarên cuda li ser mînakên organîk ên ji Ocalan hatibûn girtin lêkolînên gelekî berfireh kirin.

Rola CPT hîn bêhtir li ser îqnakirina exlaqî ye, divê di mijara Ocalan de zêdetir çalak be. Tecrîd rewşeke gelekî ciddî ye.

Xala 3’an a Peymana Mafên Mirovan a Ewropa êşkencê, kiryarên din ên li derveyî mirovahiyê û biçûkxistinê qedexe dike.

Divê ev yek bê bibîrxistin. Min gelek bûyerên êşkencê dîtin, lewma vê pênasê bi baldarî bi kar tînim.

Mercên Abdullah Ocalan tê de ne, li derveyî mirovahiyê ne û kiryareke li dijî rûmeta mirov e.

Mirovahî têkilîdanîn e, danûstandin e. Mercên Ocalan tê de ye li derveyî mirovaniyê ye, biçûkxistin e.

Ez mercên Ocalan tê de ye, weke li derveyî mirovahiyê û kiryareke biçûkxistinê dibînim.

Li ser kampanya ji Abdulah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî Maûra Palma wiha got.

Ev kampanya gelekî girîng e, baş bi rê ve diçe. Ji encam bê girtin pêwîstî bi pêvajoyeke bêşer heye.

Li ser pirsa hûn azadiya Ocalan dixwazin Serokê berê yê CPT profesor Maûra Palma wiha got:

Belê, teqez dixwazim. Birêz Ocalan nûnerê rastiyekê ye. Tevlî analîzên wî bibim yan jî nebim, bi dîtina min mafê rastiyên dîrokî heye ku xwe bi rengekî azad îfade bike.

Lazime Ewrûpa ji bo mûzakere çêbin û zemîna wê ava bibe, ji bo azadiya Ocalan û misogerkirina navbeynkariyê bibe alîkar.