Şervana Ermen Tamara Sarkîs: Me nekarîbû dayiktiyê ji zarokên xwe re bikin, li dijî DAÎŞ’ê me gelên dinyayê hemû parastin. Niha jî Tirk ji me re dibêjin ‚terorîst‘ û zarokên me qetil dikin. Hûn çima ji vê re dibin hevpar?

Tamara Garabet Sarkîs jineke ku di nava tabûra destpêkê ya Ermenan de ye. Tamara ya 33 salî dayika 8 zarokane. Tevî vê yekê jî tevlî hêzên parastinê yên Rojava dibe. Tamara destpêkê tevî YXK’ê bû, piştre beşdarî YPG-YPJ û QSD’ê bû, niha jî di nava Tabûra Şehîd Nûbar Ozanyan de ye ku di sala 2019’an de ava bû.

Di sala 2012’an de dema ku çeteyên Cephet El Nûsra û DAÎŞ’ê bi hewldana Tirkiyeyê ji sînor derbas bûn û êrîşî Serêkaniyê kirin ew di nava refên YPG’ê de bû û wezîfeya xwe ya parastinê pêk dianî. Di nava refên YPJ’ê de bi rengekî bênavber li dijî DAÎŞ’ê têkoşiya. Tamara tevlî berxwedana dijî êrîşa dagirkeriyê ya dewleta Tirk bû ku di 9’ê Cotmehê de li Serêkaniyê ji nû ve dest pê kir û neçar ma ku tevî hevaleke xwe ya birîndar ji eniyê dûr bikeve. Tamara niha ji sivîlan re dibe alîkar ku ji ber dagirkeriya dewleta Tirk neçar man ji Serêkaniyê dûr bikeve. Tamara ji aliyekî ve jî xwe û derdora xwe ji bo berxwedanê amade dike. Her wiha bang li gelên dinyayê û jinên Ermen dike ku li dijî êrîşên dewleta Tirk ji bo gelên Sûiryeyê rabin ser piyan.

DI SALA 2011’AN DE TEVLÎ ŞOREŞÊ BÛ

Tamara Sarkîs anî ziman ku gelek ji malbata wê ji aliyê Dewleta Osmanî ve di sala 1915’an de di Qirkirina Ermanen de hatin kuştin. Tamara Sarkîs diyar kir ku yên mayî jî xwe di nava Kurd û Erebên li Sûriyeyê de veşartin û bi vî rengî sax man.

Sarkîs diyar kir ku îro jî ew ferdên mayî yên malbata xwe kom dikin û got, „Di sala 2011’an de amadekariyên Şoreşa Rojava dest pê kirin. Ez jineke Ermen im û wê demê tevlî amadekariyên şoreşê bûm. Şoreş çawa ku pêk hat ez jî bûm beşek ji wê. Zewicî me û 8 zarokên min hene. Keça min a biçûk bi min re qet nema. Dema ku ew ji dayik bû şoreş pêk hat. Ez jî neçar mam zaroka xwe li malê bihêlim û ji bo parastina gelê xwe rahêjim çekê.“

MIN RAHIŞT ÇEKA MALBATA XWE

Tamara diyar kir, demeke kurt piştî destpêkirina Şoreşa Rojava çeteyên dewleta Tirk OSO û Cephet El Nûsra derbasî Serêkaniyê bûn, êrîş kirin û li dijî êrîşên wan jinan û gelan bi fikrên Rêber Ocalan dest bi parastina xwe kirin. Tamara Garabet Sarkîs got, „Wê demê çekên me zêde nebû. Min raihiştibû çeka malbata xwe. Tirkiyeyê OSO ji sînorê bakur derbas kir û kir ku êrîşî me bikin. Me jî; Kurd, Ereb, Suryan û Ermen bi hev re dest bi parastina xwe kirin. Me êrîşên wan têk birin. Wê demê QSD nebû, lê belê me fikrên Rêbertî nas dikirin. Li mala me pirtûka Rêbertî hebû me dixwend. Fikrên mezin ên Rêbertî kir ku em jin xwe nas bikin. Nêrînên wî yên di pirtûkan de em xurt kir. Em jî li Sûriyeyê bûn lê mafê me jinan nebû. Rêbertî kir ku em xwe û mafên xwe nas bikin. Wê demê 70-80 ji sedî yê jinan rahiştin çekê. Di sala 2012’an de dema ku çeteyan li Serêkaniyê êrîş kirin jin û gelan bi hêza ji fikrên Rêbertî wergirtî li ber xwe dan.“

BI TABÛRA ERMENAN LI BER XWE DIDE

Tamara tevlî YPJ’ê bû ku di Nîsana 2013’an de ava bû û beşdarî berxwedana dijî çeteyên DAÎŞ’ê bû. Tamara bi bîr xist, piştî ku têkoşîna wan a li dijî DAÎŞ’ê bi ser ket ew şervanên Ermen li hev kom bûn, bi vî rengî Tabûra Şehîd Nûbar Ozanyan ava kirin û got, „Ez endameke YPJ û QSD’ê bûm. Dema ku hevalên YPJ’ê gotin ku ew dixwazin Tabûreke Ermenan ava bikin û dixwazin ez jî tevlî tabûrê bibim, ez jî nebûm asteng. Di heman demê de kêfxweş bûm ku ji bo parastina gelê me hêza parastinê dihate avakirin. Li tabûrê me der barê çand û zimanê Ermenan de jî kar kir. Lê belê çawa ku dijminê me di sala 1915’an de 1.5 milyon Ermen qetil kir careke din bi heman rengî êrîş kir. Bi têgihiştina ‚jiyana azad di bin pêlava dagirker û kujeran de nabe‘ em jî tevlî parastina Serêkaniyê bûn. Dewleta Tirk careke din êrîşî jin, zarok û gelên Kurd, Ermen û Ereban kir. Gundên me vala kir. Em neçar man ji Serêkaniyê derkevin, lê belê berxwedana me bi dawî nebû û wê bi dawî nebe. Artêşa Erdogan artêşeke qirêj, bêexlaq û bêwijdane ku dûrî ji mirovahiyê ye, mirovan, jin, zarok, extiyar her kesî qetil dike. Em ê artêşa Erdogan têk bibin. Erdogan bi çekên kîmyewî êrîş dike. Gelo çima dewletên dinyayê bêdeng dimînin? Di bin çekên kîmyewî de qîrîna zarokên me bilind dibe, bedenên wan bi çekên kîmyewî tên helandin.“

QIRKIRIN HATE PÊŞ ÇAVÊN MIN

Tamara bi bîr xist ku dewleta Tirk bi gotina ‚êrîşî terorîstan dikim‘ êrîşî wan dike û bi van gotinan li ber hevpariya dewletên dinyayê rabû: „Ji ber ku em xaka xwe, zarok û jiyana xwe diparêzin Tirkiye ji me re dibêje ‚terorîst‘ û dinya li ber vê tiştekî nake. Gelo ji ber ku em xaka xwe û zarokên xwe diparêzin ji me re dibêjin ‚terorîst‘ in? Mafên me nîne gelo? Mafên mirovan ên ku dinya qalê dike li ku ye? Gelo ji ber ku em di rêya rast de ne û bi xwişk û biratiyê dijîn mafê me nînin?

Ez bang li mirovên li tevahiya dinyayê dikim; Di nava 8 salan de me li her devera xaka Rojava şehîd dan. Bi hezaran şehîdên me hene. Em ê bi ser bikevin. Em ê tine nebin. Em; kurd Ereb, Ermen û Suryan dixwazin li Sûriyeyeke demokratîk bijîn. Em Tirkan naxwazin. Ji ber êrîşên dewleta Tirk hat pêş çavên min ku di sala 1915’an de malbata min û Ermen çawa bi destê dewleta Tirk hatin qetilkirin.“

QSD HÊZA ME YA PARASTINÊ YE

Tamara Sarkîs bi bîr xist ku QSD parastina Kurd, Ereb, Suryan, Ermen û her kesî dike û got, „Ez jineke Ermen 8 sal in bi têrkerî min zarokên xwe û malbata xwe nedît. Tirkiyeyê çeteyên xwe ji bo êrîşî me bikin şandin û kuştinê careke din li me ferz dikin. Ji bo xwe, zarokên xwe û tevahiya mirovahiyê biparêzim tevlî hêzên leşkerî bûm. Niha jî ez xwe û gelê xwe û mirovahiyê diparêzim. Ji gelên dinyayê, Ermen û jinên Ermen re dibêjim, ‚Ji bo gelên Sûriyeyê rabin ser piyan‘ û em li dijî van êrîş û komkujiyên dewleta Tirk rawestin.“