Şikefta Hezar Mêrd ku xwedî dîrokeke kevnar re, malovanî ji ceng û jiyanê re kirî û xwedî hezar çîrokî ye, Lê niha bêxwedî maye

Erdnîgariya Kurdistanê bi xweza û cihên xwe yên xwezayî bi nav û deng e. Li her beşeke Kurdistanê şikeftên xwezayî û navdar ku bûne cihê starbûn û jiyanê hene. Bi taybetî li Başûrê Kurdistanê gelek deverên dîrokî yên bi vî rengî hene. Yek ji vana jî Şikefta Şanedar û Şikefta Hezar Mêrd e. 

HEZAR MÊRD JI RÊZE ŞIKEFTAN PÊK TÊ

Şikefta Hezar Mêrd bi 13 kîlometreyî li başûrê rojavayê bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê. Şikeft li çiyayê Beranan e. Li kêleka Şikefta Hezar Mêrd li aliyên wê yên çep û rastê rêze şikeftên biçûk hene. Li kêleka hev rêzkirî ne. Li jêrê şikeftê gundê Hezar Mêrd heye, gundek biçûk e. Bi çandinî û lawirvaniyê ve mijûl e. 

ÎDIAYA HEZAR MÊR DIKARIN TÊ DE BI CIH BIBIN

Li ser navê şikeftê gelek nêrînên cuda hene. Yek ji van nêrînên ku herî zêde li ser tê sekinîn jî ew e ku li gorî mezinbûna şikeftê, hezar kes dikare li nava wê bi cih bibe.

TÎMEK EMERÎKÎ LI SER WÊ LÊKOLÎN KIRIYE

Jina lêkolîner a bi navê Garud (Anî Elîzalîb) li ser çaxên ji beriya zayînê lêkolîn kiriye. Di sala 1928’an de ji Emerîka ji dibistanên cuda tîmek li gel Komeleya Bersî Sladen lêkolîn li ser şikefta Hezar Mêrd kirine. Ev lêkolîna di şikeftê de hatî kirin 18 rojan domandiye.

ENCAMÊN LÊKOLÎNÊ

Li gorî lêkolînên ku hatin kirin hinek kelûpelên di serdema derketina Îslamê de tê de hatin dîtin. Her wiha di şikeftê de 3 gor hatin dîtin, ji vana gorek a zarokekê bû. Ligel her gorekê cerikek hatibû veşartin. Her wiha di goran de 3 parçeyên hesin hatin dîtin. Yek ji van parçeyên hesin serê tîran bû ku ji bo parastina xwe bi kar dianîn. Her wiha du diravên hesin jî hatin dîtin ku yek ji wan yê serdema Bîzansiyan e, yê din jî yê serdema Sasaniyan e. 

XWEDÎ DÎROKEKE 30-50 HEZAR SALÎ YE

Ev kevirên ku hatine dîtin dîroka wan digihe 30-50 hezar sal ji beriya zayînê. Hinek ji van tiştên ku di vê şikeftê de hatine dîtin, mîna yên şikefta Şaneder in. Her wiha heman kevirên ku li vir hatine dîtin û kevirên di şikeftên Zawîte û Şekebe yên li Filistînê de jî hatine dîtin heman in.

Di sala 1926’an de jî ji aliyê Spayzer ve lêkolînek din hate kirin. Lê zanyariyên ku di vê lêkolînê de hatine kirin tune ne û hatiye paşguhxistin.

XWEDÎ DÎMENEKE BI HEYBET E

Ji gundê Hezar Mêrd em bi wesayîtê li rêya ax bi qasî 10-15 deqeyan serketin û heta binê devê şikeftê çûn. Ji wir jî bi lingan me berê xwe da şikeftê. Ji çend rêyên biçûk ku tê ser hev, em ber bi deriyê şikeftê hilkişiyan. 

Her ku hilkişiyan nefesa me teng bû lê ji ber heybeta dîmenê şkeftê me guh neda westandinê û em heta ber deriyê şikeftê çûn. Her gava ku nêzîk dibûn, mezinahiya şikeftê ya ku ji dûr ve xuya dikir, zêdetir ber çavê me mezin dibû. Deriyek fireh bi qasî 15-20 metreyan heye. Li aliyê rastê û çepên wê şikeftên biçûk û kunên biçûk hene. Her wiha du şikeftên biçûk ku yek ji wan ku kûrahiya wê nêzî 5-6 metre û ya din jî 3-4 metre ye hebûn. Ev şikeft yekem şikeft bû ku çavê me pê ket.

ŞIKEFTA HEZAR MÊRD

Me berê xwe da şikefta esasî ku navê Hezar Mêrd lê hatî kirin. Em bi qasî 10 metreyan li aliyê şikeftê yê çepê ve çûn û şikefta mezin a bi heybet li ber çavê me ket. Ev şikeft pir mezin û fireh bû. Dirêjî û firehiya wê hema bêje wekhev bû. Weke navê xwe cihê hezar Mêrî lê dibe. Bedena şikeftê û jora wê hemû tehtê reş e û dîsa cih cih mirov dibêje qey şile weke nîşanên avê li ser heye dixuyê. Her wiha li kêleka wê jî çend şikeftên biçûk hene ku li rex hev in. 

BÊXWEDÎ HATIYE HIŞTIN

Şikefta Hezar Mêrd a ku xwedî dîrokeke kevnar û cihekî taybet e ku malovanî ji ceng û jiyanê re kirî û xwedî hezar çîrokî re kiriye, bê xwedî hatiye hiştin. 

NIVÎSÊN LI SER HATIN DANÎN, BEDEWÎ Û HEYBETA WÊ DIKUJ E

Li ser beden û sînga wê nivîsên bi boyaxê, her wiha ji ber paşmayên kesên serdana wê dikin, qirêj bûye. Hema bêje li ser her aliyekî wê nivîsên kesên serdana wê kirî hene. Ev jî rûyekî din ê wê yê ku heybetiya wê ya dîrokî dikuje ye.

XEMSARIYA LI BER CIHÊN DÎROKÎ

Her wiha li deverê li ser dîrok û çawaniya şikeftê ne ti tabela û ne jî nivîsek heye ku kesên serdan dikin, dîroka wê bizane. Weke tenê nav û ji parastinê bêpar hatiye hiştin. Mirov ji bermahiyên li qadê dibîne ku şikeft weke cihê mexelhatina pez jî tê bikaranîn. 

WEZARETA KIŞTÛKAL Û GEŞTÛGÛZARIYÊ ÇIMA ERKA XWE PÊK NAÎNE?

Ev bi xwe sûceke û tê wateya qirkirina cihê dîrokî û windakirina şopên jiyana gelê qedîm ê li herêmê. Wezareta Kiştûkal û Geştûguzarê (Wezareta Çandiniyê û Tûrîzmê) li hember Şikefta Hezar Mêrd bê berpirsyarî tev digere û şikefta dîrokî ji tinebûnê re hatiye hiştin.