Dewleta Tirk a ku deriyên sînor û bazirganiya li sînor tenê li Kurdan qedexe kiriye, li koçberan heta dawiyê vekiriye ku wan weke amûrekê ji bo polîtîkayên xwe yên taybet bi kar tîne. Hate gotin ku di nava salekê de bi hezaran koçber hatine bajarê Wanê.

Hejmara penaberên li Wanê salên dawî gelekî zêde bûye. Hema bêjin rojane bi sedan penaber li sînor bêyî astengiyekê bibînin derbasî Wanê dibin. Piraniya penaberan ji aliyê bazirganên mirovan ve tên anîn, beşek jî bi destê dewletê. Yên bi destê dewletê tên anîn ji bo polîtîkayên taybet ên rejîmê tên bikaranîn. Ji bo guhertina demografîk û cerdevaniyê tên bikaranîn.

Li bajarê Wanê bi hezaran penaber hene. Piraniya penaberan li Wanê dimînin, yên din jî li bajarên Bedlîs, Agirî û bajarên din ên Kurdan ên bicihkirin.

Dewleta Tirk dema dawî bi hincetên ‘ewlekarî û qaçaxçitiyê’ li sînorê Rojhilatê Kurdistanê yê li navçeya Bazîd a Agiriyê û navçeya Ebex a Wanê dîwar lê kiriye.

Li navçeyên Qelqelî û Elbak ên Wanê, li navçeyên Şemzînan, Gever û Çelê yên Colemêrgê li sînor bi sedan kalekol û qereqol hatin avakirin. Bi hincetên ewlekariyê û astengkirina qaçaxçitiyê dewleta Tirk her hefte bi dewleta Îranê re civînan pêk tîne. Di encama van civînan de bazirganiya li sînor li Kurdan tê qedexekirin û pêla penaberan jî weke polîtîkayeke dewletê eşkere dibe.

GELEK JIN Û ZAROKAN JIYANA XWE JI DEST DAN

Ji ber zêdehiya penaberên tên bajarê Wanê hin bûyerên trajîk jî diqewimin. Di 18’ê Tîrmehê de li navçeya Qelqeliyê ya Wanê ji ber qezayekê 17 penaberan jiyana xwe ji dest dan ku piraniya wan jin û zarok bûn. Li bajarê Wanê di heft mehên destpêkê yên sala 2019’an de bi dehan penaber ji ber sedemên cuda jiyana xwe ji dest dan.

Pêleke mezin a penaberan ber bi bajarê Wanê ve didome. Penaberên ku temenê wan bi giranî ji 15 heta 25 salî ne ji welatên Asya Navîn; Afganistan, Îran, Turkmenistan, Kazakistan, Ozbekistanê tên. Bi hezaran penaberên hatin Wanê ji aliyê AKP’ê ve piştre li bajarên Wan û Bedlîsê hatin bicihkirin. Beriya niha bi demeke kurt hikumeta AKP’ê nêzî 250 Tirkên Gergavûz ji Ûkraynayê anîbû navçeya Adilcewaz a Bedlîsê. Gelek malbatên Kirgiz jî li gundê Ûlûpamîr ê navçeya Erdîşê ya Wanê bi cih kiribû.

GEL NERAZÎ YE

Zêdebûna hejmara penaberên dema dawî tên bajarê Wanê di nava gel de bû sedema nerazîbûnan. Şêniyên bajarê Wanê dibêjin ku AKP bi polîtîkayeke taybet penaberan tîne bajarên Kurdan û bi vî rengî dixwaze hem demografiya herêmê biguherîne hem jî hêzeke xwe ya milîs ava bike. Dewleta Tirk ku xaka berhemdar û gundên Erdîşê pêşkêşî Kirgizan kir, piştre ew Kirgiz kir cerdevan û li dijî PKK’ê bi kar anî.