Abdullah OCALAN

Di cîhana zindî û ruhberan de her cure û celeb li gorî xwe xwedî sîstemeke parastinê ye. Cureyekî bi tenê yê zindiyan tineye ku bêparastin be. Heta mirov dikare li gerdûnê berxwedana her elementî û her perçikî ji bo parastina hebûna xwe weke xweparastinê şîrove bike. Berxwedana li dijî deformebûn û derketina ji xwebûnê eşkere bi têgînên xweparastinê tê îfadekirin. Kengî ev berxwedan têk biçe, ew element an perçik berepaþ diçe, ji xwebûnê derdikeve, vediguhere hêmaneke din. Di cîhana zindiyan de kengî berxwedana xweparastinê bişkê, hingê ew zindî yan ji bo zindiyên din dibe xwarin an jî dimire.

Heman sîstem ji bo civak û cinsê mirov bi zêdehî di cih de ye. Cureyekî narîn mîna mirov û civaka wî hebûnên li tehlûkeyan vekirî xweparastineke wan a bi hêz nebe nikarin hebûna xwe demeke dirêj li ser piyan bigirin. Li cem cinsê mirov parastin bi qasî ku biyolojîk e, ewqasî jî civakî ye. Parastina biyolojîk li cem her hebûna zindî ji aliyê xerîzeyên parastinê ve tê pêkanîn. Parastina civakî jî bi hevpariyeke tevahiya ferdên komê tê bicihanîn. Heta li gorî derfetên parastinê hejmara komê û şêweyê rêxistiniya wê timî diguhere. Parastin yek ji fonksiyonên bingehîn ê komê ye ku dimeþîne. Jiyan bêyî parastinê ti carî nameþe. Çawa ku tê zanîn du fonksiyonên din ên bingehîn xwe xwedîkirin û xwe zêdekirin e. Çawa ku xwe xwedîkirin û xwezêdekirin nebe zindî û ruhber nikarin jiyana xwe dewam bikin, bêyî xweparastinê jî nikarin jiyana xwe dewam bikin. Encameke din a girîng ku mirov dikare ji cîhana xweparastinê ya zindiyan bigire ew e, ev xweparastin bi tenê ji bo parastina hebûnê ye. Li ser cureyên xwe, heta li ser hebûna cureyên din sîstemên mêtinkarî û serdestiyê ava nake. Cara pêşî li cem cureyê mirov sîstemên serdestî û mêtinkariyê pêk hatine. Di vê de pêşketina zêhnê cureyê mirov ê rê li ber derfetên mêtinkariyê vekiriye û bi vê ve girêdayî bidestxistina berhemê zêde bi tesîr bûne. Ev rewş ne bi tenê bergiriya hebûna xwe, herweha parastina nirxên kedê ango þerên civakî jî bi xwe re tîne.

Li gorî şertên berbiçav ên Kurdan xweparastin tevahiya dîrokê ji bo wan her tim girîng bû. Ji ber ku komên Kurdan demeke dirêj û hûrûkûr bi şoreşa neolîtîkê rabûn û di dereceya yekemîn de paþhatiyên wê bûn, timî bi êrîþan re rûbirû bûn. Ji ber hatin û berhemên zêde yên þoreþa cotkariyê li Kevana Bi Bereket timî êrîþan di rojevê de cih girtin. Bi hezaran salan bi vî awayî dewam kir. Piþtî ku sîstemên þaristaniyê yên li ser berhemên zêde xwe bi pêş xistin, hêzên xwe di çarçoveya bajar, çîn û dewletê de ava kirin, dema êrîşên wan ên bi pîlan û sîstematîk jî dest pê kir. Ji şaristaniya Sumeran heta bi hêza herî dawî ya hegemon a þaristaniya serdest a roja me ya îro DYE bêhejmar hêzên þaristaniyê êrîþên wan ên yekser an neyekser li ser herêmê û komên wê kêm nebûne.

Bi modernîteya kapîtalîst re êrîþên dused salên dawî ketine kirasekî din û rengekî din girtine. Ji serdema destpêkê ve weke yekeyên qebîle û eþîran li qadên çiyayî bergiriya hebûna xwe kirine ango xwedî sîstemeke xweparastinê bûn, lê li hemberî amûrên êrîþê yên bi sîstema kapîtalîst re derketine holê ev sîstema wan a bergiriyê kêm ma û têrê nekir. Cara pêþî ye ku tehlûke çêdibe hebûna xwe ji dest bidin û ev dikeve rojevê. Ji aliyê Kurdan ve, avahiya dewleta netewe ya modernîteya kapîtalîst, ne bi tenê azadiyên wan ji destên wan digire, di heman demê de dibe sedem ku hebûna wan jî bikeve tehlûkeyê. Di nava sînorên siyasî de bername û çalakiya ‘tek ziman’, ‘tek netewe’ û ‘tek welat’ hatiye meþandin û di nava wan sînoran de jî ziman, netewe û welatên din bi înkar û îmhayê re rûbirû bûn. Kurdistan hat parçekirin û dewletên netewe Kurdên li her parçeyî xistin nava diranên înkar û îmhayê. Dewletên netewe yên ku hêzên hegemonîk piþtgiriya wan dikirin, tesfiyekirina Kurd û Kurdistanê weke polîtîkayên bingehîn qebûl kirin. Kengî berxwedana xweparastinê ya Kurdan kêm ma û þikest, hingê dor hat hilweþîn û jihevdeketina civakê, û bi vê re komikên civakê yên mayî bêne asîmîlekirin û tesfiyekirin.

Vê pêvajoya tesfiyekirinê bi dijwarî dewam kir. Tevgera PKK’ê weke nerazîbûnekê derket holê û di destpêkê de bi awayekî bingehîn tevgera xweparastinê ya Kurdan e. Tevgera xweparastinê ya pêþî bi awayekî îdeolojîk û polîtîk hat meşandin, di demeke kin de gav avêt qonaxa xweparastinê ya li ser bingehê şîddeta li beramberî hevdû. Parastina çekdarî ya di destpêkê de bi tenê xwe disipart parastina hebûna kadro û sempatîzanan, bi Pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an re gel jî xist çarçoveya xwe û bi vî awayî berê xwe fireh kir. Tevger veguherî şerê xweparastina gel û lewma bû hedefa êrîşên bi plan ên hêzên hegemonîk ên pêwendîdar hemûyan, nexasim hêzên NATO-Gladîo. Bi tevahî hêzên ditirsiyan ku Kurdên li Kurdistanê li ser çarenûsa xwe bibin xwedî gotin û tewazunên li herêmê serûbinî hev bikin, li piþt van êrîşan cih girtin. Lê tevî vê jî van şerên berxwedanê derbeke mezin li polîtîkayên înkar, îmha û asîmîlasyonê dan. Xwedîderketina gel a li nasnameya xwe û helwesta bi israr a ji bo jiyana azad misoger kir. Herçiqasî bi tevahî armancên berê yên dewletên netewe ji bo tesfiyekirina gelê Kurd bi dawî nebûbin jî weke berê îddîayên wan nemane. Em gihiştine wê qonaxê ku nasnameya Kurd bê qebûlkirin û ji jiyana xweser re rêz bê nîşandan. Ev rewş ji aliyê şerê xweparastinê ve rewþeke nû ye. PKK’ê bi riya KCK’ê hewl daye vê rewþa nû binirxîne.

Di avakirina neteweya demokratîk a KCK’ê de sernavekî girîng ê bernameyê û bêyî wî nabe, xweparastin e. Ango sîstematîka xweparastineke mayînde wê çawa bibe. Dewletên netewe yekdestdariya hêza sîlehê bi tenê di destê xwe de digirin û kengî keysê lê bînin di polîtîkayên nû yên înkar, îmha û asîmîlasyonê de bi kar tînin û ev yek jî KCK’ê neçarî sîstemeke mayînde ya xweparastinê dike. Ji bo jiyaneke hevpar bi dewletên netewe re şert e ku bi kêmanî nasnameya Kurd û jiyana wî ya azad bi destûra bingehîn bê misogerkirin. Bêguman misogeriya bi destûra bingehîn têrê nake, wekî din divê bi statuyên bi qanûnan bê diyarkirin li şertên berbiçav ên vê misogeriyê bê pirsîn. Ji bilî parastina neteweyî ya hevpar a li dijî derve, karûbarên ewlekariyê yên hundir divê civaka Kurd bi xwe pêk bîne. Ji ber ku herî baş civakeke bixwe pêdiviyên xwe yên ewlekariya hundir dizane û dikare bi awayekî di cih de pêk bîne. Lewma divê dewletên netewe yên pêwendîdar (dewletên netewe yên navendî Tirkiyê, Îran, Iraq û Sûrî) di polîtîkayên xwe yên ewlekariya hundir de reformên girîng bikin. Kengî çareseriya demokratîk û aþtî pêk hat divê KCK jî hêzên xweparastinê ango Hêzên Parastina Gel HPG’ê ji nû ve bi rêkûpêk bike. Bêguman ji bo ji nû ve bi rêkûpêkkirinê qanûnên nû divên. Eşkere ye ku sîstemên mîna Alayên Hemîdiyê û ‘cerdevanên gundan’ wê neyên qebûlkirin. Lê li ser bingehê lihevkirina bi dewletên netewe re û di çarçoveya ewlekariya hundir a qanûnî de ji nû ve birêkêpêkkirina hêzan mumkîn e.

Eger bi dewletên netewe yên pêwendîdar re lihevkirin nebe, KCK wê hewl bide bi awayekî yekalî avakirina neteweya xwe ya demokratîk di çarçoveya parastina hemû alî û şaxên wê de, hêzên xwe yên xweparastinê ji aliyê hejmar û naverokê ve li gorî pêdiviyan ji nû ve bi rêkûpêk bike. Hêzên HPG’ê yên ji nû ve bêne bi rêkûpêkkirin, wê ji parastina avakirina netewebûyîna demokratîk di her qadê û aliyî de berpirsiyar bin, wê bi awayekî hêja otorîteya neteweyî ya demokratîk ava bikin. Ji ewlekariya mal û canê ferd-welatiyê neteweya demokratîk berpirsiyar bin. Li dijî hemû pêkanînên (şerên eskerî, polîtîk, çandî, civakî û derûnî) dewleta netewe yên gihiştine asta qirkirina çandî bi awayekî domdar di rewşa şer de bin. Hebûn û azadiya Kurdan û Kurdistanê bêyî xweparastinê nabe.

Ji Parêznameya ‘Parastina Kurdên Di Nava Pencên Qirkirina Çandî De’ (Pirtûka 5’emîn)