Koalîsyona Ereban diyar kirin ku li dijî êrîşên Hûsiyan ên dawîn wan êrîşeke berfireh a hewayî li dar xistine.

Hûsiyan ji televîzona El Mesîre re diyar kirin ku roja Çarşemê li Sanaya paytext û Saadaya li bakur herî kêm 57 êrîşên hewayî hatine lidarxistin.

Berdevkê koalîsyona Ereban albay Turkî El Malîkî li Riyadê daxuyanî da rojnamegeran û got, “Ev operasyon bersiva li dijî gefa Hûsiyan e.”