Herî dawî 2014’an gelê Skoçî referandûma serxwebûnê kiribûn û 45 ji 100’î yê gel dengê xwe dabûn ku ji Brîtanyaya Mezin cihê bibin. Lê tê zanîn, piştî ku Brîtanya ji Yekîtiya Ewropayê veqetiyabû meyla li ser serxwebûnê pir zêde bûbû.

Serokwezîr Nîcola Sturgeon bal kişande ser giringiya, ”diyarkirina çarenivîsa xwe” ya gelê Skoçî û diyar kir ku ew li ser mijara referandûmê biryardar in.

Stugeon ji rojnameya The Tîmes re axivî û got, ”Divê Skoçya bikaribe li ser dahatuya xwe biryarê bide û bi tercîhî jî beriya serdema dema nû ya yasadanînê” û diyar kir beriya hilbijartina Parlamentoyê ya Skoçyayê ya Gulana 20221’ê ew dixwazin referandûmê bikin.