Nûnerê navneteweyî li Sûriyeyê Staffan de Mistura bang li dîplomatên gelek welatan kir da ku berê xwe bidin Cinêvê ji bo ku di 14`ê Îlonê de bi Komîteya Destûrê re nîqaşan bikin.

Seroka Navenda Çapemiyê ya buroya Netewên Yekbûyî (NY) li Cinêvê Alasarend Vilotchi di daxuyaniyeke çapemeniyê de roja Sêşemê got Nûnerê Navnetewî yê Taybet li Sûriyeyê bang li Misr, Fransa, Almanya, Urdun, Erebistanê Siûdî, Brîtanya û NY`yê kir ku di 14`ê Îlonê de tev li nîqaşên hevbeş bibin.

De Mistura bi vê yekê dixwaze nîqaşên ku di 25`ê Hezîranê de hatin lidarxistin, bidomînin û aliyê siyasî nîqaş bikin û di nav de keda navneteweyî di avakirina Komîteya Destûrî de bi nûnerên dewletan re nîqaş bikin.

Staffan de Mistura di 24`ê Tebaxê de bang li Îran, Rûsya û Tirkiyeyê kiribû ku der barê Komîteya Destûrî ya Sûriyeyê de tev li hevpeyvînên ku dê di Îlonê de li Cinêvê werin lidarxistin, bibin.

Rûsya, Tirkiye û Îran şirîkên li Sûriyeyê ne. Li ser hesabê gelê Sûriyeyê berjewndiyên xwe dimeşînin. Rûsya û Îran jî hewl didin careke din Sûriyeyê bixin bin serweriya rêjîma Baasê. Her wiha ji bo vejandina serdema Osmaniyan, Tirkiye hewl dide Bakurê Sûriyeyê dagir bike û derbeyê li tecrubeya demokratîk a Bakurê Sûriyeyê bi serkêşiya gelê Kurd, bixe.

Bi sponseriya Rûsyayê civîna Soçiyê di 30`ê Çileya 2018`an de bi tevlêbûna nûnerên rêjîma Sûriyeyê û Tirkiyeyê hate lidarxistin. Her wiha piştî ku Tirkiyeyê çete ji bajarê Helebê derxistin, alîkariya Rûsyayê kir ku bajêr û Xûta El-Şerqiye, başûrê Sûriyeyê bixe bin serweriya xwe.