Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê di derbarê operasyon û wêrankirina jîngeha çiyayê Şaho û herêma Hewraman a Rojhilatê Kurdistanê de raporek weşand.

Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê çavkaniyên li Çiyayê Şaho û Kosalan derbarê tawanên Supay Pasdarên rejîma Îranê de weke belge bi kar aniye.

Di raporê de wiha tê gotin; “Rûberê çiyayê Şaho û Kosalan 57 hezar û 236 hektar e. Dikeve di navbera navçeyên Rewandiz û Pawe yê ser bi Kirmişanê. Herwiha Kamîran û Merîwan ên ser bi Sine yê. Ji aliyê din ve dikeve li ser sînorên Herêma Kurdistanê.
Supayên pasdaran nêzî 10 salane çiyayên Şaho û Kosalan kiriye cihê leşkerî û operasyonan. Gelek erazî û daristanên wan herêman wêran kiriye.

‘Dixwazin herêmê ji mirovan vale bikin’

Supay pasdaran ya rejîma Îranê herêmên çiyayên Şaho û Kosalan ji bo partiyên Rojhilatê Kurdistanê weke cihên stratejîk dibîne. Bi van bihaneyan jî bi hemû hewldana, dixwaze van herêman ji mirovan vala bike û dest dane li ser.
Di nava çend rojên derbasbûyî de Supay Pasdaran bi beşdarbûna 20 hezar leşker û cerdevan li çiyayên Şaho û Kosalan dest bi operasyonê kiriye. Di vê operasyonê de gelek bejahiya çiyayê Şaho ji ber agir şewitiye.

Berpirsên parêzgeha Sineyê propagandayekî wiha dikin ku li cihê operasyon heye, daristan nîne û hemû ji keviran pêk tê.

Herêmên ku tên bombebaran û topbarankirin, jîngehên bizinên kovî ne.

Herçiqas ku supay pasdaran diyar dike ku operasyon bi dawî bûye jî, lê hêzên leşkerî li herêmê mane û hêzên xwe belav kirin.”